Girtiyên di gerva birçîbûnê de ji bo 'têkoşîna bi hev re' bang kirin 2020-12-05 19:00:47   MÊRDÎN - Girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo "têkoşîna bi hev re" bang kirin.    Di 27'ê Mijdarê de li tevahya girtiyan greva birçîbûnê dest pê kir. Girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin, 5 rojan carekê grevê dewrî komeke dinê dikin. Niha koma duyem di greva birçîbûnê de ye. Girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E û Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T'yê di greva birçîbûnê de ne derbarê çalakiya xwe de peyam şandin.    HEYA BI SER BIKEVIN    Dogan Ozbahçecî, Alî Aslan, Yilmaz Ece û girtiyê bi navê Adnan ku di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê de ne, di peyama xwe de diyar kirin ku dê çalakiya wan heya serketinê dewam bike. Her wiha girtiyan bang li raya giştî kirin ku ji bo dengê wan bê bihîstin piştgiriyê bidin wan.    Nûrcan Aslan jî ku di Girtîgeha Tarsûsê de ye bi rêya telefonê ji malbata xwe re got: "Tecrîd, sûc e li hemberî mirovahiyê." Aslan, diyar kir ku di koma duyem de Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Elîf Akceren û Zelal Karayî cih girtine û ji bo "têkoşîna bi hev re" bang kir.   Aslan, destnîşan kir ku dê Ocalan bi têkoşîna bi hev re azad bibe û got: "Azadiya Serok azadiya me ye."