Sebahat Tûncel jî dê dest bi greva birçîbûnê bike 2020-12-05 21:10:33   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncelê jî dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê bike.    Girtiyên PKK'î û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 9'an de ye. Hat ragihandin ku dê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel jî dest bi greva birçîbûnê bike.   Her wiha li gor agahiyên bi dest ketine li girtîgehê dest danîne ser materyalên girtiyan. Di nav van materyalan de daxwaznameya Tûncelê ya derbarê greva birçîbûnê de jî hebûye û Tûncel di daxwaznameya xwe de xwestiye wê sewqî Girtîgeha Îmraliyê bikin.    Tûncel zêdetirî 4 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye. Dê Tûncel daxilî koma sêyem a greva birçîbûnê bibe.