ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-06 09:00:48   * Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan rasterast girêdayî azadiya civakê ye, lewma piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tê wateya xwedîderketina azadiya civakê.    * Çendî ku li Stenbolê qedexeya derketina kolanan hatibe ragihandin jî, lê belê dengê çakûçên li Tersaneyên Tûzlayê bmdengiya heyî tarûmar dike. Ên bêmal jî diyar kirin ku qedexe ji bo wan birçîtî ye.    * Kadriye Morgul ku kurê wê Cîhat Morgul ê 14 salî di dema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de jiyana xwe ji dest da got: "Gava diçim Sûrê xwe nebaş hîs dikim, bi girî ji wir vedigerim."    * Hevserokê Şaxa SES a Dersimê Kahraman Yuruk, anî ziman ku li Dersimê hejmara kesên bi şewba Kovîd-19'ê dikevin zêde dibe û tevdîrên tên girtin kêm in.    *  Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, hişyar kir ku heger dîmena heyî ya derbarê şewba Covîd-19'ê de girantir bibe dê saziyên tenduristiyê bixeitim û ji bo vê jî bal kişand ser tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan.    * Hatîce Yakişir, anî ziman ku hevjînê wê Talîp Yakişir ê di Girtîgeha Menemen a Tîpa T'yê de bi şewba Kovîd-19'ê ketiye û got: “Du hefte ye tu xeberê jê nagirim."    * Şafî Hayme yê 2 zarokên wî girtî, bang kir ku berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin, divê daxwazên wan bên qebûlkirin.