Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li azadiya civakê ye 2020-12-06 09:01:38   STENBOL – Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan rasterast girêdayî azadiya civakê ye, lewma piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tê wateya xwedîderketina azadiya civakê.    Li tevahiya girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê girtiyên PKK'î û PAJK'î ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 27'ê Mijdarê de dest bi  greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 10'an de ye.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîhehan dest pê kirine.    TECRÎD Û BANDORA WÊ YA LI SER CIVAKÊ    Ûgûrlû, destnîşan kir ku her ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê kûr û giran dibe, zext û zoriyên li ser civakê jî zêde dibin.   Ûgûrlû got: "Îqtidara ku dixwaze pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlehîparêz çareser bike, tecrîdê giran dike. Ji lewra tekane muxatabê vê pirsgirêkê Birêz Ocalan e. Lewma di asasê talana li ser kedkaran, jinan û xwezayê de tecrîd heye. Êdî her kes bi vê dizane. Ma qey esnafên Îzmîrê bandorê jê nagirin? Digirin. Ma qey li Îzmîrê kesên li sîteya pîşesaziyê dixebitin bandorê jê nagirin? Digirin. Welatiyê li Tekirdagê dijîn, nikarin bibêjin çi îşê min ji pirsgirêka kurd heye. Lewma bandorê li nanê li ser sifreya wî jî dike. Li Kurdistanê qeyûm tên tauinkirin û tabelayên bi kurdî tên daxistin û hevşaredar tên girtin, lê rojavayê welêt meaşê kêmtirîn di asta herî kêm de ye. Bac tên zêdekirin. Betalî zêde dibe. her roj dolar zêde dibe. Ê tim xizan dibe gel e. Ev hemû wekî kevirên domînoyê ne, bandorê li hev dikin. Yanî tecrîd rasterast bandorê li jiyana civakê yan jî bi awayekş neyekser bandorê lê dike."    ‘EM BIBIN DENGÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ'    Berdevka HDK'ê Ûgûrlû, ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li girtîgehan dest pê kirine jî destnîşan kir ku grevên birçîbûnê d warê azadiya civakê de girîng in.   Ûgûrlû got: "Civak, divê xwedî li azadiya xwe derkeve. Azadiya civakê girêdayî azadiya Îmraliyê ye. Ne du tiştên bi serê xwe ne. Ma qey tecrîd tenê li Îmraliyê heye? Na. Tirkiye, bûye girtîgeheke vekirî. Niha tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Zext û zoriyên li karkeran, baroyan, saziyên civaka sivîl tên kirin yek jê jî ne bi serê xwe, hemû girêdayî meseleya Îmraliyê ne. Lewma divê piştgiriya grevên birçîbûnê bê kirin. Ev tenê ne pirsgirêka girtiyan e. Civak, divê dengê xwe li vî dengî zêde bike û xurt bike."    'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE'    Ûgûrlû herî dawî wiha bang li îqtidarê kir û got: "Heger dilê we hebe û hûn rabin di warê hiqûqa gerdûnî û aştiyeke mayinde de tiştekî bikin, ne hewce ye hûn peyaman ji Yekîtiya Ewropayê (YE) an jî ji Bîden re bişînin. Mifteya vê li Îmraliyê ye. Hêza çareseriyê Îmrali ye."     MA / Nacî Kaya