Qedexe ji bo wan birçîbûnî ye 2020-12-06 09:03:22   STENBOL - Çendî ku li Stenbolê qedexeya derketina kolanan hatibe ragihandin jî, lê belê dengê çakûçên li Tersaneyên Tûzlayê bmdengiya heyî tarûmar dike. Ên bêmal jî diyar kirin ku qedexe ji bo wan birçîtî ye.    Piştî qedexeya derketina derve ya ji bo dawiya hefteyê hat ragihandin, bêdengiyekê xwe li Stenbolê girt. Lê belê kesên bê mal ên li bin pira, li avahiyên xera û li kuçeyan dimînin diyar kirin ku qedexe ji bo wan "birçîtî" ye. Her wiha dengê çakûçên karkerên Tersxaneyên Tûzlayê jî bêdengiya heyî ya li bajêr tarûmar dikin.    Tersaneya li Tûzlayê daxilî nav qedexeya dawiya hevteyê nehat kirin û dişixule. Karkerên li tersxaneyê dixebitin bêyî ku li cihê kar baş tevdîr bên girtin tên şixulandin. Karkeran got: "Ji bo em nan bibin mala xwe, ji mecbûrî em guh nadin tenduristiya xwe û dixebitin. Em mecbûr in bixebitin. Wekî din tu tiştek ji dest me nayê. Heger em neşixulin dê li malê xwarin çênebe. Madem em ji mecbûrî dixebitin, qet nebe bila tevdîr bên girtin."    Karkeran, diyar kir ku li her derê bang dikin ku "mesafeya fizîkî" esas bê girtin lê belê li tersxaneyan ev yek nederbasdar e.  Karkeran, bilêv kir ku di dema xwarinê de karker giş dikevin dorê û gotin: "Lê mixabin bangawaziyên di vî warî de tên kirin, li vê derê nederbasdar in."    TIRS   Karkerên ku bi çakûçên xwe û makîneyên bi kar tînin bêdengiya bajêr tarûmar dikin gotin: "Em mecbûr in bixebitin. Beriya şewbê jî em dixebitîn niha jî dixebitin. Yanî ji bo me tu tişt neguheriye." Her wiha gelek karker jî ji tirsa dê ji kar bên derxistin nexwestin biaxifin.    QEDEXE, BIRÇÎBÛNÎ YE JI BO WAN    Ji xeynî karkerên ji mal derketine û çûne kar, li kuçe û kolanan tenê kesên "bêmal" hene. Li Taksîmê û gelek deverên bajêr ev kesên ku li biniya piran, li avahiyên kavilbûyî ji xwe re qarton raxistine û xwe li ser dirêj kirine, anîn ziman ku gava qedexe tune bûn welatiyên li derve alîkariya wan dikirin. Ev kesên "bêmal" bilêv kirin ku qedexe ji bo wan tê wateya birçîbûnê.    Heman dîmen li Kolana Taksîmê û Bagcilarê jî heye. Hema bibêje ji xeynî çend esnafan û kesên bêmal û kesên debara xwe bi qarton, lastîk û bermayiyên din dikin tu kes tune ye.