‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû' 2020-12-06 09:05:07   AMED - Kadriye Morgul ku kurê wê Cîhat Morgul ê 14 salî di dema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de jiyana xwe ji dest da got: "Gava diçim Sûrê xwe nebaş hîs dikim, bi girî ji wir vedigerim."    Li Sûr a Amedê, qedexeya derketina kolanan a ewil di 6'ê Îlona 2015'an de dest pê kiribû. Paşê 3 carên din jî hatibû îlankirin. Qedexeya pêncemîn jî di 2'yê Kanûna 2015'an li Taxa Cevatpaşa, Fatîhpaşa, abaoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê hatibû îlankirin. Şerê li van taxan dest pê kiribû 103 rojan dewam kiribû. Di dema şer de ji kesên jiyana xw eji dest dabûn cenazeyê 74 kesan hatibû dîtin. Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), ji kesên jiyana xwe ji dest dabûn 24 jê sivîl bûn.    Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dabû jî Cîhat Morgul ê 14 salî bû. Morgul, xwendekarê pola sisêyan a dibistana navîn bû û mala wan li Kuçeya Uçokê ya Taxa Fatîhpaşayê bû. Di dema çar qedexeyên ewil de malbat li mala xwe mabû, lê belê paşê polîs tên taxê wan bi zorê ji mal derdixin.    CÎHAT BAGER HAT DINÊ    Dayik Kadriye Morgul (43) ku piştî pênc salan zarokek kur jê re çêdibe, navê Cîhat Bager lê dike.    JIYANA LI SÛRÊ    Dayik Kadriye Morgul, behsa rojên li Sûrê kir. Morgul got: "Li her derê Sûrê bîranên me yên xweşik hene. Lê belê niha gava diçim Sûrê xwe nebaş hîs dikim. Bi girî vedigerim. Li her derî wê bîranên me û xeyalên me hebûn. Tim tê bîra min. Jiyaneke me ya xweş hebû, lê nehiştin. Em bi zorê derxistin. Me nedixwest em ji wir derkevin. Ez li cîranên xwe yên li Sûrê digerim. Cîranên me cîran bûn. Lê niha li vê derê cîrantî nemaye. Jiyan tune ye, li Sûrê jiyaneke me ya xweş hebû."    ‘3 CARAN HAT DEFINKIRIN'    Morgul, destnîşan kir ku gava bi darê zorê ji Sûrê derketin tenê kincên li ser wan hebûye ûg ot: "Em tenê bi kincên li ser xwe derketin. Mala me, eşyayên me çûn. Me gelek mal guherandin. Lê binêrin, hemû hatin lê kurê min nehat. Ez kurê xwe dixwazim, lê nikarin bînin. Kurê min sê caran hat definkirin; Sûr, Dîlok û Yenîkoyê. Ma ê mirov êdî çawa wî cenazeyî bibîne. Min dixwest cara dawî wî bibînim, w, maç bikim, bêhn bikim, lê gotin wî 'bi halê wî yê herî xweşik bîne bîra xwe.'"    ‘JI BO ZAROKÊN XWE LI SER PÊYA ME'    Morgul, anî ziman ku piştî kurê wê jiyana xwe ji dest daye derûniya wê xirab bûye û got: "Derûniya min nebaş e. Gava ez û xizmên xwe ji bo danûstendinê diçin cihekî nizanim ez ê çi bikim, tiştek nayê bîra min. Niha ji bo zarokên xwe li ser pêya me. Carinan dixwazim biçim serê çiyê û heya ji min bê dixwazim bigirim lê nikarim wê jî bikim, pir zehmet e."    'SERBILIND IM'    Morgul, anî ziman ku xwestiye li Sûrê bimîne û wê û kurê wê xeyalên xw epêk bianiyana, lê belê nehiştine. Morgul got: "Kurê min dixwest bixwîne. Min dixwest roja mezûn bibe wî bibînim, min dixwest zavatiya wî bibînim. Kurê min kuştin. Min nedixwest kurê min bimire. Lê rabû tevli berxwedana Sûrê bû. Pê serbilind im."    Morgul, bilêv kir ku piştî qewimînan êdî pir naxweze biçe Sûrê û got: "Ez û Cîhat her roja pêncşeman diçûn Hz. Silêman. Min jî got, hela bê halê dawî çawa ye, çûm. Lê rabûna li ser xwîna zarokên me avahî çêkirine. Canê zarokê me çû, li rabûn li wir pîknîkê dikin. Kes vê yekê qebûl nake. Pir li zora min çû. Ma qey ji Xwedê natirsin. Heger bitirsiyana tiştên werê nedikirin. Tiliya kê tê de hebe bila bê darizandin. Em êşiyan, bila tu kes neêşe. Xwedê heqê me ji wan re nehêle."    MA / Eylem Akdag