Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê: Tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan divê 2020-12-06 09:06:35   WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, hişyar kir ku heger dîmena heyî ya derbarê şewba Covîd-19'ê de girantir bibe dê saziyên tenduristiyê bixeitim û ji bo vê jî bal kişand ser tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan.    Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê dikevin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin her diçe zêde dibe. Nexasim jî bi hatina zivistanê li gor hejmarên fermî rojê li dor 30 hezar kes bi şewbê dikevin. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç rewşa heyî nirxand.    Yavîç, anî ziman ku her diçe tabloya şewbê girantir dibe û beriya her tiştî divê pêvajo bi awayekî zelal bê birêvebirin. Yavîç, bilêv kir ku daneyên ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Wezareta Tenduristiyê parve dikin li hev dernayên. Yavîç, destnîşan kir ku hejmara nexweşan ji hejmara tê ragiahndin zêdetir e.    REWŞA NEXWEŞAN    Yavîç, da zanîn ku heman tişt ji bo hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî wiha ye û got: "Hejmara miriyan a Stenbolê, ji ya tevahiya Tirkiyeyê zêdetir e. Li bajarê me jî rewş wiha ye. Tê ragihandin ku rêjeya tijebûnê ya nexweşxaneyan ji sedî 65-70 ye. Lê belê daneyên ku hevpîşeyên me û xizmên nexweşan bi me re parve dikin, nîşan didin ku ne wiha ye."   Yavîç, diyar kir ku hema bibêje beşên awarte yên nexweşxaneyên bajêr tije bûne.    PÊŞNIYAR    Yavîç, destnîşan kir ku heger rewşa heyî girantir bibe dê saziyên tenduristiyê bi temamî bixitim û ji bo vê bal kişand ser tevdîreke tam a ji bo 14 rojan. Yavîç got: "Tevdîreke temamî ya 14 rojan şert e. Ji bo ev jî pêk bê divê debara her kesî bê kirin."    MA / Bariş Donmez