Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye 2020-12-06 09:07:20   AMED - Hatîce Yakişir, anî ziman ku hevjînê wê Talîp Yakişir ê di Girtîgeha Menemen a Tîpa T'yê de bi şewba Covîd-19'ê ketiye û got: “Du hefte ye tu xeberê jê nagirim."    Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê tecrîda li ser girtîgehan û binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin. Hatîce Yakişir ku hevjînê wê Talîp Yakişir ê ku di Girtîgeha Menemen a Îzmîr a Tîpa T'yê de ye, diyar kir ku hevjînê wê bi şewba Covîd-19'ê ketiye û 15 roj in xeber ji hevjînê xwe negirtiye.    Yakişirê got: “Rayedarên Girtîgeha Menemenê di 19’ê Mijdarê de li me geriyan û gotin ‘Testa hevjînê te pozîtîf derketiye. Bila haya te jê hebe hûn ê nikaribin du hefteyan hevdîtinê pêk bînin.' Min jî got, îcar ez ê çawa agahiyê ji hevjînê xwe bigirim? Ji min re gotin ‘Tu dikarî bi nameyê agahiyê jê bigirî’. Hevjînê min di sala 2018’an de ji ber tuberkulozê tedawî dibû. Ji ber vê yekê ez rewşa wî mereq dikim. Ez name binivîsim, herî kêm di 2 hefteyan de nagihije destê wî û heta wê demê dê karantîna jî bi qede.”   JI BER GARDIYANAN PÊ DIKEVIN    Yakişir, destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê tenê gotine hevjînê wê bi şewbê ketiye, lê belê derbarê girtiyên bi hevjînê wê re dimînin de tiştek negotine û wiha axivî: “Hevjînê min jî di nav de 6 kes di odeyekê de dimînin. Min jî got, ancax bi rêya gardiyanan girtî bi şewbê bikevin, tiştek negotin. Pişt re gotin ‘niha tu pirsgirêk nîne, rewşa wan baş e. Tenê ji bo tahlîlan birine nexweşxaneyê, tedawiya hevjînê te didome.’”   FIKARÊN MALBATÊ   Yakişir, anî ziman ku di 26’ê Mijdarê de ji bo li rewşa hevjînê xwe bipirse dîsa telefonî girtîgehê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hefteyek derbas bû, min telefonî girtîgehê kir û min li rewşa hevjînê xwe pirsî. Dîsa gotin ‘niha tu pirsgirêk nîne, di karantînayê de ne tên îzolekirin.' Dû re gotin ‘Di 3’yê Kanûnê de cardin dê bê testkirin û li gor encamê em ê telefonî we bikin.' Di 3’yê Kanûnê de min cardin telefonî girtîgehê kir. Gotin, ‘Testa Talîp Yakişir pozîtîf ya 5 hevalên wî negatîf derketiye. Niha bi tena serê xwe li odeyekê tê îzolekirin. Wê 10 rojê din jî di karantînayê de be. Di vê demê de nikare telefonî we bike.' Jixwe 15 roj in telefonî min nekiriye. Heya 10 roj din jî nake. Bû 25 roj. Ez tu xeberê ji hevjînê xwe nagirim. Bifikar im. Ez bawer im axaftina wî ya bi telefonê ew qas ne zehmet e. Heger telefon bikira, ne ez ne jî dayika wî, em ê ev qas ne bifikar bûna. Li odeyeke biçûk, bi tena serê xwe dimîne. Nabin nexweşxaneyê, dibêjin li girtîgehê tê tedawîkirin. Îcar tedawiyeke çawa ye, em wê jî nizanin.”   LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KETIYE    Yakişir, da zanîn ku wexta hevjînê wê li derve bûye, tu nexweşiyên wî tunebûne û got: “Di sala 2018’an de ji birayê wî re gotine, nexweşîna tuberkulozê lê peyda bûye. Min û dayika wî nedizanî. Pişt re ji ber ku wê demê ez di nexweşxaneyekê de dixebitîm hevjînê min navê dermanekê da min ku ji bijîşkan bipirsim. Min lê nêrî ku dermanekî di tedawiya tuberkulozê de tê bikaranîn. Dû re got, ji ber vê tedawî dibim. Ji ber ku nû dest pê kiribû ew nexweşî derbas kir. Lê aşiyeke vê nexweşiyê heye, piştî ku pêvajoya pandemiyê dest pê kir bi hinceta pandemiyê nebirin nexweşxaneyê û aşî nekirin. Me wê demê serî li ÎHD’ê da ku mafê wî yê tedawîbûnê ji dest hatiye girtin.”   ‘MALBAT TÊN CEZAKIRIN’   Yakişir, derbarê rewşa hevjînê xwe de bang li rayedaran kir: “Hevjînê min niha li cihekî bê hewa û girtî de ye. Ji ber ku berê tuberkuloz lê peyda bûye, ez gelek bi fikar im. Wekî ku henekên xwe me bikin, dibêjin dikarî bi nameyê xeberê jê bigirî. Ez bawer im axaftina bi telefonê ne ev qasî zor e. Nikarin mafekî wiha binpê bikin. Hema em tenê dengê wî jî bibihîzin, bes e. Rayedar bi vî şiklî têkiliya girtî ya bi derve qût dikin. Ev tahdeyeke derûnî ye. Jixwe bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Rayedar, malbatan qet nafikirin û bi vî şiklî malbatan jî ceza dikin.”