Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da 2020-12-06 14:25:54   RIHA -  Li Wêranşarê, pitika yek salî ya ku di nava zeviya ji aliyê zarokan ve hat şewitandin de ma, jiyana xwe ji dest da    Li gundê Elgun ê girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê, malbata Yeter di nava ziviya garisan de di xebitî. Di encama şewata li zeviyê rû da de pitika yek salî A.Û ya malbata Yeter di nava agir de ma û jiyana xwe ji dest da.    Hat diyar kirin ku zarokên di zeviyê de, xwestin ji bo xwe garisan çêbikin û ji vê agir pê xistin. Zaroka biçûk di nava agirê belav dibe de, dimîne. Malbatê çawan ku ev rewş ferq kir, mudaxiliyî şewatê kir û zarok biçûk rakir nexweşxanê. Lê ligel hemû hewldanan jî, pitikê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê piştikê, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, wê teslîmî malbatê bê kirin.