Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin 2020-12-06 14:59:41 AMED - Polîsan li Amedê, zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirin û dûre binçav kirin.    Li Cadeya Nukhet Coşkûn a Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê, polîsan zarokekê temenê wî 15-16 salî bû, serdevkî avêtin erdê û derp kirin. Polîsan dûre destê zarok paşve kelepçe kirin û xistin bin çavan. Welatiyên derdûrê bi telefonên xwe bûyer kişandin. Di dîmenan de, polîs zarok serdevkî davêjin erdê, destê wî paşve kelepçe dikin û dûre bi xwe re dibin.