Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike 2020-12-06 15:56:26   AMED - Ligel ku şer Karabag ê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de bi dawî bû jî, ev du mehin nobeta ala Azerbaycanê ya bi sûrên Amedê ve hatibû kirin dewam dike.    Şerê Karabag ê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de ku dihat gotin Tirkiyeye provoka dike, bi dawî bû. Lê ligel ku şer bi dawî bû jî, ev 2 mehin ala Azerbaycanê ya bi sûrên Amedê ve hatibû daliqandin dewam dike. Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîtanê de, di 27'ê Îlonê de dest pê kir, nêzî 5 hezar kes hatin kuştin û 90 hezar kes neçarî koçberiyê hatin kirin. Piştî peymana bi pêşengtiya Rûsyayê hat îmzkirin, şer di 9'ê Mijdarê de bi dawî bû.    Lê hîna jî ala Azerbaycanê bi sûrên Amedê de daleqandiye û maşîneyên zirxî ev 58 rojin nobetê lê digirin ku kes neyne xwarê.