Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin 2020-12-06 18:30:56   EDENE – Li Girtîgeha Duzce ya Tîpa T du girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne banga xwedî derketina çalakiyê li raya giştî kirin. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiyê tên ragirtin bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were bidawîkirin di greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha Duzce ya Tîpa T girtî Vedat Tûrgût û Vedat Gultekîn jî di greva birçîbûnê de ne. Her du girtiyan bi rêya malbatên xwe peyamek parve kirin û banga xwedî derketina çalakiyê li raya giştî kirin. Girtiyan di peyama xwe de wiha gotin: “Heta tecrîda ji ser Rêbertî were rakirin, wê çalakiya me bidome. Hefteya bihûrî gardiyanan bi kamerayên dest xwe bi ser qawîşên me de girtin. Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku xwedî li çalakiya me derkevin.”