Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin 2020-12-06 19:28:58   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyê 195 kesên din jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 402 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên îro yên mirî û pêketiyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên li Tirkiyê belav kir. Koca eşkere kir ku li Tirkiyê 195 kesên din jî bi koronayê jiyan xwe ji dest dane û 30 hezar û 402 pêketiyên nû hatine tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara miriyan gihîşt 14 hezar û 900 kes3i û bi giştî 539 hezar û 291 kes jî bi koronayê ketine.    Koca diyar kir ku îro 6 hezar 93 nexweşên nû hatine tespîtkirin û hejmara leza zêdebûna nexweşên giran ber bi kêmbûnê ve diçe.