ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-07 09:00:42 * Ji 19 kesên di 26’ê mijdarê de, li Stenbolê hatin binçavkirin 6 jê hatibûn girtin. Sedema girtina van kesan pir bal kêşe. Ev kes ji ber xebatên xwe yên siyasî, tevlîbûna cenazeyên xizmên xwe û roportajên ji bo greva birçîbûnê dayîn hatin girtin.  * Yek ji malbatên penaberên Sûriyê yên di şertên zehmet de dijîn, malbata Ahmed rojane bi yewmiya 80 û 100 TL’yî dixebitin û debara xwe dikin. Malbata Ahmed diyar kir ku ji ber pandemiyê ew bi bêkariyê re rûbirû mane û di pandemiyê de şixûlandin zehmet e.    * Karkerên Atlas Globalê ji bo mafên xwe werbigirin konê çalakiyê vedan û diyar kirin ku dewlet ne karkeran, karsazan diparêz e û gotin: “Heta em mafê xwe werbigirin, em ê li vir bin.”   * Rojnamevan-nivîskar Mustafa Kemal Erdemol mijara hevdîtina li ser Tirkiyê ya Lûtkeya Lîderên YE’yê ku danekirinê deynin ser Tirkiyê nirxand û got: “Heke biryara danekirinê were girtin, wê Tirkiye gelek tiştan winda bike.”   * Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn. Şêxmûs Tekîn tevî ku testa DNA’yê daye jî lê cenazeyê kurê xwe wernegirtiye û got: “Daxwaziyek me tenê heye ku cenazeyên di bin pêyarêya li Goristana Kîlyosê derxin û bidin malbatan. Bila dewlet dest ji vê zilma xwe berde.”   * Şêniyên taxa Orman a Geverê diyar kirin ku VEDAŞ’ê bi boneya abonetiya welatiyan nîne bi îdiaya “ceryana qaçax” ceza biriye û gotin: “Tişta ku VEDAŞ dike zilm e. Bila êdî dawî li vê zilmê were.”   * Parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Akin Birdal, bi minasebeta 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan, bal kişand ser rewşa mafên mirovan û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka mafên mirovan e. Bîrdal, anî ziman ku tecrîd pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêka DMME, CPT, pirsgirêka edalet û hiqûqê e.   * Çend roj berê li navçeya Misircê ya Sêrtê erdhej rû dabû. Nexweşxaneya Dewletê bêyî were bihêzkirin dîsa ji xizmetê re hat vekirin. Xelk bi fikar e û li şûna vê nexweşxenyê diçin nexweşxaneyên li Sêrt û Êlihê.    * Rêveberiya Xwecihî ya HDP’a Mêrsînê diyar kir ku penaberên ji Sûriyê yên li Kampa Adanalioglû bi zehmetiyan re rûbirû ne û zarok ji mafê perwerdehiyê û tenduristiyê sûd wernagirin.    * Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), wê "Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Behra Reşê" li komeleya  Navenda Giştî ji raya giştî re aşkere bike. (11.00)   * Federasyona Komeleyên Dersimê, derbarê polîtîkayên bişavtinê yên li Dersimê tên bi rêve birin de, wê li Şaxa Enqere Der a Dersimê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Desteya Koordînasyaon Amedê ya TMMOB'ê, ji bo endamê xwe Haknas Sadak ê hat girtin, wê li Odeya Endezyarên Madenê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Oztûrk, wê bi şandeyekê re biçin navenda Şirnexê û dikandaran ziyaret bikin. (13.00)