Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê 2020-12-07 09:04:30 STENBOL - Ji 19 kesên di 26’ê mijdarê de, li Stenbolê hatin binçavkirin 6 jê hatibûn girtin. Sedema girtina van kesan pir bal kêşe. Ev kes ji ber xebatên xwe yên siyasî, tevlîbûna cenazeyên xizmên xwe û roportajên ji bo greva birçîbûnê dayîn hatin girtin.  Li Stenbolê, di serdegirtinên malan ên di 26’ê mijdarê de, Alîkarê Serokê Şaredariya Şîşlî Cîhan Yavûz jî, di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 6 rojan Yavûz jî din av de 6 kesa bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê. Sedema binçavkirin û girtina van kesan pir bal kêş û sosreta. Her 6 kes bi hinceta xebatên xwe yên partiya siyasî, tevlî merasîma cenazayên xizmên xwe û çalakiyan bûyîn û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê röportaj dayîn hatin girtin.    ROPORTAJ DAYÎN SÛC E    Di dema îfade dayînê de, ji Alîkarê Serokê Şaredariya Şîşlî Cîhan Yavûz ê di navbera salên 2014 û 2018’an de rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê bû, pirsên xebatên wî yên partiya siyasî jê kirin. Di heman demê de, xebatên Yavûz ên siyasî, tevlîbûna wî ya çalakî û bernameyan, hevdîtinên wî yên telefonê û röportajên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin, dayîn weke sûc hatin dîtin.    TEVLÎ MERASIMA CENAZE BÛYÎN   Dîsa, ji ber ku Alaettîn Altinbaş ê di çarçoveya heman lêpirsînê de hat girtin, tevlî merasîma cenazeyê biraziyê xwe Bûrhan Altintaş ê cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li peyareya Goristana Kîlyos a Stenbolê hatibû definkirin bibû, wek sûc hat dîtin.    TE ÇIMA JI BIRAYÊ XWE RE PERE ŞAND    Nazim Adiguzel ê bi heman hincetên sosret hat girtin jî, hevdîtinên wî yên telefonê yên bi xebatkarên xwe re kiribûn sûc hatin dîtin û pirsa “Te çima ji birayê xwe yê girtî re pere şand” jê hat kirin û bi vê nirxandina “Te li ser navê rêxistinê pere kom kiriye” kirin.    LI HEV ANÎNA CÎRANAN KIRIN XEBATA RÊXISTINÊ   Sedat Acay ê hat girtin jî, ji ber ku du cîranên xwe li hev anîbûn, bi vê hat sûcdarkirin. Acay, ji ber vê xebata xwe bi sûcdariya “Endamtiya dadgeha gel a KCK” re rûbirû ma.    PIRSA XEBATÊN HDK’Ê JÊ KIRIN   Xebatkara HDK’ê Mizgîn Aksû jî, di heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Aksû ji ber xebatên xwe yên HDK’ê, hevdîtinên xwe yên telefonê, tevlîbûna konferansa jinan a sala 2019’an û desteya giştî, hat sûcdarkirin.     KENÊN WAN QEDEXE KIRIN   Aksû, diyar kir ku di dema binçavkirinê de, zextên derûnî li wan kirin û wiha got: “Çi dema ku me di navbera xwe de diaxivîn, polîsan ji me re digotin, ‘hişbin, ev der şaxa TEM’ê yê, ne cih dine.’ Bi van gotinan em tacîz dikirin. Polîsan destûr ne didan em bikenin û ji xwe re stran bêjin. Di gotin ‘qedexeye.’ Bi vê awayî her tim mudaxileyî me dikirin.”   MA / Erdogan Alayumat