Di pandemiyê de penabertî zehmet e 2020-12-07 09:04:32 EDENE – Yek ji malbatên penaberên Sûriyê yên di şertên zehmet de dijîn, malbata Ahmed rojane bi yewmiya 80 û 100 TL’yî dixebitin û debara xwe dikin. Malbata Ahmed diyar kir ku ji ber pandemiyê ew bi bêkariyê re rûbirû mane û di pandemiyê de şixûlandin zehmet e.  Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî di sala 2020’an de li Edeneyê 250 hezar û 830 penaberên ji Sûriyê li Edeneyê dijîn. Penaberên Sûriyê jî wek welatiyên ji Tirkiyê di vê pêvajoya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de di bin tesîrek neyînî de ne. Penaber hem bi pirsgirêkên aborî hem jî bi pirsgirêkên tenduristiyê re bi zehmetiyên dijwar re rûbirû ne. Yek ji van malbatên penaberên Sûriyê, malbata Ahmed e û ji 4 kesan pêk tê û ew jî bi zehmetiyan re rûbirû mane.    DI MALEKA RITÛBETÎ DE DIJÎN    Roja ewil a qedexeya derketina derve ya ji bo pêşîlêgirtina koronayê em bi rojnamevana ji Sûriyê Nesrîn Rihanî re ketin rê û çûn cem malbata Ahmed a li taxa Onûr ya navçeya Seyhana Sûriyê rûdinên. Malbat me li ber deriyê xwe pêşwazî dike. Ya rast beriya malbatê hin cilên wan ên li ser şerîdê me pêşwazî dike. Em di deriyek şikestî yê hesînî de derbasî hundir dibin. Em ketin hundirê malek kut arî ye û bêhna ritûbetê jê tê. Ji bo bêhn ji hundirê derkeve vantîlatorê dixebitînin. Me sedemê vê bêhnê ji xwediyê malê Mahmud El Ahmed pirsî û vê bersivê da me: “Serma ye lê ji bo ku bêhna ritûbetê derkeve em vê dişixûlînin.”    Me kameraya xwe vekir lê belê malbat ji ber metirsiyên penaberê ditirse û dibêje “belkî tiştek were serê me, çimkî em penaber in.”   'ALÎKARÎ JI DEWLETÊ WERNEGIRTINE’    Mahmud El Ahmed naxwaze dîmenên hevjîn û zarokên wî bê girtin û ew bi wergêriya rojnamevan Nesrîn Rihanî bersiva pirsên me dide. Ahmed diyar kir ku ew ji Helebê ne û ev çend sal in li Edeneyê dijîn û bi zehmetiyên dijwar ên jiyanê re rûbirû ne. Ahmed anî ziman ku ew û hevjîna xwe salên ewil ku hatine ewilî di zeviyên çandiniyê de xebitîne û niha jî di fabrîkeya vegerînê de dixebitin. Ahmed got du zarokên wan hene yek jê 4 salî yek jî 6 salî ye û her du jî li Edeneyê hatine dinê. Ahmed destnîşan kir ku ew niha rojane 11 saet dixebitin û tevî şertên zor û zehmet jî rojane 80 an jî 100 TL’yî yewmiye distînin. Ahmed bersiva welatiyên dibêjin “dewlet alîkariyê dide sûriyeyan” dide û got: “Me bi tu awayî alîkarî ji dewletê wernegirtiye. Yewmiya em digirin jî têra me û mesrefê me nake. Dema qedexeyên pandemiyê tên jî em naxebitin.”    PANDEMÎ BANDOREK NEYÎNÎ LI SER WAN DIKE    Ahmed destnîşan kir ku di pandemiyê de şixûlandin û xwegihandina tenduristiyê gelek zehmet e û ew ji ritûbeta malê gelek zirarê dibînin û her tim zarokên wan nexweş in. Ahmed anî ziman ku ew ji ber pandemiyê rojên dijwar derbas dikin û ew bi bêkariyê re rûbirû mane û heqê keda xwe nastînin.    MA / Hamdullah Kesen - Muhammed Enes Sezgîn