Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne 2020-12-07 09:04:34 STENBOL – Karkerên Atlas Globalê ji bo mafên xwe werbigirin konê çalakiyê vedan û diyar kirin ku dewlet ne karkeran, karsazan diparêz e û gotin: “Heta em mafê xwe werbigirin, em ê li vir bin.” Piştî ku şîrketa Atlas Globalê ya ku xwediyê wê birayê Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy, Alî Mûrat Ersoy e top avêt û mûçeyê karkerên neda. Karkerên ji meha kanûna sala 2019’an ve nayê dayîn hatin cem hev û Platforma Edaletê ya Atlas Zedeler (AZAP) ava kirin. Karker li ber mala Alî Mûrat Ersoy ê xwediyê şirketê ye hefteyek çalakî li dar xistin û daxuyanî dan û mafê xwe paş ve xwestin. Tevî vê yekê jî çalakiyê encam neda û di 3’yê kanûnê de li ber navenda giştî ya Serwîsên Tûristik a Ersoy a li Kadikoyê konê çalakiyê ango berxwedanê vedan.   ‘DEWLET ALÎGIRIYA KARSAZAN DIKE’   Ji karkeran Tamer Ercan diyar kir ku ew 6 sal li şirketa AtlasGlobalê xebitiye û mûçeyê xwe yê sê sal û nîvan wernegirtiye. Ercan got karker mexdûr bûne û ji bo mexdûriyeta wan bi dawî bibe û mafê xwe paş de dest bixin dest bi çalakiyê kiriye. Ercan got li şûna ku wezîr li cem karkeran cih bigire lê li dijî wan disekine û berxwedana wan asteng dike. Ercan destnîşan kir ku li şûna ku dewlet mafê karkeran biparêz e û li cem wan cih bigire lê dewlet li karsazan diparêz e.   PÊVAJOYEK ZEHMET DERBAS DIKIN   Rûken Çapa ya karker jî diyar kir ku mûçeyên karkeran nedane û şîrketê topavêtinê di medyayê de ragihandiye û di vê pêvajoya pandemiyê de di milê aborî de bi mercên giran û zehmet re rûbirû mane. Çapa anî ziman ku ji bo ew mafên xwe paş de werbigirin pêvajoya yasayî dane destpêkirin û hêj encamek ji vê bi dest nexistine. Çapa got rayedarên şirketê li gel gotine dê di meha tebaxê de mûçeyên karkeran razînin lê hêj ranezandin e. Çapa da zanîn ku ew hêj bêkar e û nikarin wek din karek din bibînin û ji bo mafê xwe paş de bistînin dest bi berxwedanê kirine. Çapa got tevî her tiştî jî wê berxwedana xwe bidomînin.