Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike 2020-12-07 09:04:35 STENBOL – Rojnamevan-nivîskar Mustafa Kemal Erdemol mijara hevdîtina li ser Tirkiyê ya Lûtkeya Lîderên YE’yê ku danekirinê deynin ser Tirkiyê nirxand û got: “Heke biryara danekirinê were girtin, wê Tirkiye gelek tiştan winda bike.” Rojnamevan-nivîskar Mustafa Erdemol rageşî ango geşedanên li Rojhilatê Derya Spî diqewimin û Lûtkeya Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) dê pêk were ji ajansa me re nirxand.   ‘PEYAMA BO TIRKIYÊ BÛ’   Erdemol bal kişand ser deswerdan û lêgerîna li ser keştiya ji Tirkiyê çû Lîbyayê çi têde hebûye agahdarî nehatiye kirin û got: “Tişta li hember keştiyê hat kirin peyamek Ewropayê nemaze peyamek Elmany ya ji bo Tirkiyê bû. Peyamek ‘em ji Rojhilatê Derya Spî berpirsiyar in” hat dayîn.”   BIRYARA DANEKIRINÊ NE DIYAR E   Erdemol bi bîr xist ku 10’ê kanûnê de dê Lûtkeya Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) bicive û wiha got: “Gelek welat wê di vê civînê de banga sepana danekirina Tirkiyê bikin. Wê danekirina Tirkiyê wek suprîzekê be. Dem bi deman di wan civînan de mijara danekirina Tirkiyê hat rojevê. Lê belê di salên dawî de biryarek wiha ya danekirinê derneket. Çen hefte berê Fransa û Yewnanîstan banga danekirinê kirin, lê alîgirên vê bangê tunebûn. Dibe ku gotinên hişk werin rojevê lêbelê danekirin ewqas ne hêsan e. Çima nikarin danekirinê deynin? Niha Tirkiye, bi Derya Spî, Sûriyê û li Kafkasyayê bi Rûsyayê re ye. Heke biryarek danekirinê were girtin, wê di warê YE û DYA’yê de Tirkiyê bi temamî winda bike. Ji ber vê yekê wê bêjin em vê biryarê bidin lê belê wê Rûsyayê xurt bikin. Fikarên wiha hene. Belê Fransa, Yewnanîstan û Başûrê Qibrisê vê yekê dixwaze lê belê Elmanya div ê mijarê de gelek bi tedbîr tevdigere. Merkel dibêje em ê vê mijarê biaxivin lê bes xwe nêzî danekirinê nake. Çimkî wê ev yek destê Rûsyayê xurt bike û ji vê yekê ditirsin. Loma heke di 10’ê kanûnê de biryarek danekirina Tirkiyê derkeve wê ji bo min jî surprîz be. Yan jî heke biryara vê danekirinê derkeve jî wê bêbandor be dibe ku li ser pênûsan pêk were.”   SEDEMA GOTINÊN ‘REFORM’Ê LÛTKEYA EWROPA YE   Erdemol destnîşan kir ku gotinên “reformê” yên Serokkomar Tayyîp Erdogan rasterast bi Lûtkeya YE’yê re eleqedar e û got: “Îqtîdarek 18 sal in li kar e, van reforman pêk ne aniye, lê beriya vê lûtkeyê anîna wan ziman a reforman ne vala ye. Gotinên Erdogan ên dê bi Ewropayê re bin demogojî ne. Aqilê hevbeş ê Yekîtiya Ewropayê jî baweriya xwe bi Erdogan naynin lê belê neçar e van gotinên wî jî hilde cîdiyetê.”   ‘WÊ TIRKIYE GELEK TIŞTAN WINDA BIKE’   Erdemol destnîşan kir ku Tirkiye bi welatên YE’yê re di nava lihevkirinên cidî de ye û wiha got: “Lihevkirina wan ya ya herî girîng jî hevkariya wan a bi Elmanya re ye. Loma Elmanya sepana danekirinek wiha naxwaze. Heke biryara danekirinê derkeve, Tirkiye wê gelek tiştan winda bike.”   MA / Ferhat Çelîk