Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin 2020-12-07 09:06:16 STENBOL – Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn. Şêxmûs Tekîn tevî ku testa DNA’yê daye jî lê cenazeyê kurê xwe wernegirtiye û got: “Daxwaziyek me tenê heye ku cenazeyên di bin pêyarêya li Goristana Kîlyosê derxin û bidin malbatan. Bila dewlet dest ji vê zilma xwe berde.” Di navbera dîroka 8 û 17’ê kanûna sala 2017’an de li gundê Oleka Jor a girêdayî Bedlîsê qedexeya derketina dere hat ragihandin û Goristana Xerzanê hat hilweşandin û 282 cenaze hatin derxistin. Heta demek dirêj nehat zanîn ku cenaze birine ku. Walîtiya Bedlîsê di 2’yê çileya 2018’an de daxuyanî da û derket holê ku cenazeyan birine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Cenaze demek li ATK’ê hatin hiştin û pişt re jî cenazeyan dibin li Goristana Kîlyosê ya bêkesan li peyarêyê vedişêrin. Piştî vê yekê malbat ji bo cenazeyan werbigirin nimûneyên xwînê dan. Lê belê tevî ku 3 sal bi ser cenazeyan re derbas bû jî hêj malbatan cenazeyên xwe wernegirtine.   DI BIN PEYARÊYÊ DE VEŞARTIN   Heta niha cenazeyên 21 kesan hatiye tespîtkirin û radestî malbatan hatine kirin. 261 cenaze li gel hewldanên malbatan û rêxistinên mafê mirovan jî hêj li peyarêya Goristana Kîlyosê veşartî ne. Cara ewil ajansa me di 18’ê gulanê de derxistibû holê ku cenaze li peyarêyê di qûtiyên plastîk de hatine veşartin. Piştî ajansa me derxist holê ku cenaze wisa bi eziyetek mezin hatine veşartin Komoleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) bi hêcetên “heqaret li bîranînên kes hatiye kirin” û “eziyet û îşkence li cenazeyan hatine kirin” serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û gilî kir.   ‘XWÎN DAYE LÊ ENCAM NÎNE’   Şêxmûs Tekîn ê ku cenazeye kurê wî ji di nava cenazeyan de ye diyar kir ku kurê wî Huseyîn di sala 1991’an de tevî PKK’ê bûye û ew nizane dijî an jî miriye. Tekîn anî ziman ku beriya Goristana Xerzanê were hilweşandin ji bo DNA’yê nimûneya xwînê daye û heta demek dirêj bi encam nebûye û got: “Piştî ku gundê me li Amedê hat hilweşandin em hatin Stenbolê. Ji sala 1994’an vir ve min agahî ji lawê xwe negirtiye. Herî dawî beriya sê salan ez û 13 kesan çûn Bedlîsê û me nimûneya xwînê da. Em aqûbeta wî nizanin. Li gel her îhtîmalê beriya hilweşandina Goristana Xerzanê me xwîn da. Lê belê Goristana Xerzanê hilweşandin. Niha cenazeyan di qûtiyan de xistine bin peyarêyê.”   ‘LI TU DEVERÊ DINYAYÊ EV NEHATIYE DÎTIN’   Tekîn destnîşan kir ku veşartina cenazeyan a di qûtiyan de li tu devera dinyayê mînakê wê nîn in û di şerên heta îro de hatine kirin tiştek wiha li hember cenazeyan nehatiye kirin. Tekîn anî ziman ku divê ev hovîtî li cenazeyan neyên kirin û li dijî rêgez û hiqûqa dinyayê ye. Tekîn destnîşan kir ku heta niha dewletek wiha xedar, talanger ku hovîtiyê li cenazeyan kirine nedîtiye û got: “Ez bang li rayedarên dewletê dikim ku tavilê dest ji vê zilma xwe berdin.” Tekîn bang li rayedaran kir ku cenazeyan demildest radestî malbatan bikin.   MA / Mehmet Aslan