‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’ 2020-12-07 09:07:08 COLEMÊRG – Şêniyên taxa Orman a Geverê diyar kirin ku VEDAŞ’ê bi boneya abonetiya welatiyan nîne bi îdiaya “ceryana qaçax” ceza biriye û gotin: “Tişta ku VEDAŞ dike zilm e. Bila êdî dawî li vê zilmê were.” Li taxa Orman girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê, tîmên Şîrketa Ceryanê ya Gola Wanê (VEDAŞ) û polîsan 4 caran bi ser malên welatiyan de girtin û bi îdiaya “ceryana qaçax bikar tînin” ceza li welatiyan birî. Ev tîm herî dawî di 2’yê kanûnê de hatin taxê û ceza li welatiyan birîn. Şêniyên taxê bertek nîşanî polîsan dabûn û polîsan bi fişekên gazê û guleyên plastîk êrişî welatiyan kiribûn û 4 welatî birîndar bûbûn. Şêniyên taxê bertek nîşanî sepana ceza birînê ya ji bo ceryanê dan û xwestin dawî li vê sepana heyî were.   ‘QEY MERIV DIBÊJE HATINE TAXÊ RIZGAR DIKIN’   Ji şêniyên taxê Muhammed Aşkan diyar kir ku tîmên VEDAŞ’ê her tim polîsan li cem xwe tînin taxê û ji aboneyên qaçax û ne qaçax re 5-6 hezar TL ceza dibirin û got: “Tîmên VEDAŞ’ê her tim tên taxa me û li me wisa dikin. Tîmên VEDAŞ’ê bi îdiaya ‘li taxê tundî li wan tê kirin’ polîsan li gel xwe tînin taxê û ev jî dibe sedema zilmê. Fişekên gaza xwezayî û plastîkên mermî berdidin xelkê û zarokên taxê jê zirarê dibînin. Piştî her deswerdanê welatî birîndar dibin. Em vê heq nakin. Muameleya em ne xelkê vî welatî ne li me dikin. Qey meriv dibêje taxa me ji dagirkeriyê rizgar dikin. Bi vî awayî êrişî ser me dikin. Ev mirovatî ye? Xelkê me yê feqîr dişêlînin. Êdî bes e bila vê zilmê li me nekin.”   ‘TIŞTA KU VEDAŞ DIKE ZILM E’   Ji şêniyên taxê Yaqûp Bor jî destnîşan kir ku ew ji hatina tîmên VEDAŞ’ê ku her tim bi polîsan re tên bi ser malan de digirin aciz dibin û got: “Maşîneyên zirxî yên miduriyeta polîsan hemû kom dikin û bi ser taxê ve digirin. Polîs bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrişî ser me dikin. Me perîşan kirine. Ev tişta li me tê kirin zilm e. Em naxwazin ev yek li me were kirin. Zilma wan ne bes e ceza jî li me dibirin. Ev ne şerm û guneh e. Nabêjin ev zarok, jin in û extiyar in êrişî her kesî dikin. Tişta ku VEDAŞ li me dike zilm e, êdî bila ev zilm bi dawî bibe.”   ‘EM NAXWAZIN POLÎS WERIN’   Niştecihê taxê Omer Işik jî anî ziman ku li gel ew heqê fatûreyên xwe ceryanê didin jî lê dîsa ceza li wan tê birîn û got: “Tên kontrolê bila werin, lê belê bila bi ewqas artêşa polîsan neyên. Em ji vê aciz dibin. Em naxwazin polîs bi tîmên VEDAŞ’ê re werin. Ji ber em bertek nîşanî cezayê tê birîn didin, polîs êrişî me dikin. Guleyên plastîk bi du cihan li piyê min ketiye û mor û reş bûye.”