Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e 2020-12-07 09:07:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Akin Birdal, bi minasebeta 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan, bal kişand ser rewşa mafên mirovan û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka mafên mirovan e. Bîrdal, anî ziman ku tecrîd pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêka DMME, CPT, pirsgirêka edalet û hiqûqê e.   Hefteya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye. 72 sal berê 10’ê Kanûna 1948’an wekî Roja mafê mirovan hat qebûlkirin. Piştî vê rojê her 10’ê Kanûnê çalakî tên li darxistin.    Têkildarî 10’ê Kanûnê Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê berê û siyasetmedar Akin Birdal, rewşa mafên mirovan a li Cîhanê û Tirkiyeyê nirxand. Bîrdal, ewil anî ziman ku 72 sal berê Neteweyên Yekbkûyî Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî qebûl kirin û wiha got: “Em bi minasebeta 10’ê kanûnê hefteyekê balê dikişinin ser mafên mirovan, mafê jiyanê û azadiya mirovan. Berî her tiştî Civakên Herêmî û Navneteweyî yên bi armanca ewlehî, edalet û aştiya cîhanê biparêzin hatin avakirin ji armanc û pîvanên peymana gerdûnî dûr ketine û wiha got: “Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropa (KE) Rêxistina Hevkariya Ewlehiya Ewropa û rêxistinên din ji armanca xwe dûr ketine. Ev rêxistinên navneteweyî  van mafên mirovan ên tên binpêkirin nabînin. Mînak li gel ku li Tirkiyeyê mafên mirovan ketiye bin piyan jî dîsa NY, KE, YE, DYA tenê dibêjin ‘Em bi fikar in’. Ji xeynî wê tiştekî din nakin. Binerin di 15 salên dawî de li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan pir pir zêde bûye. Li dijî van binpêkirina mafan tu tişt nayê kirin.”    ‘DMME BINPÊKIRINA MAFAN A LI TIRKIYEYÊ TENÊ TEMAŞE DIKE’   Birdal, helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî rexne kir û wiha domand: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) li dijî binpêkirina mafan a Tirkiyeyê bêdeng e. Mînak DMME li dijî binpêkirina mafan a Tirkiyeyê tenê temaşe dike. Binerin li Îmraliyê tecrîd heye. Demek dirêj e CPT nayê lêkolîn nake. Nayê vê rewşê bi raya giştî re parve nake. Rewşa Îmraliyê bi cemaweriya demokratîk a ewropa re parve nake. Rêxistinên navneteweyî li dijî van binpêkirinan nabin asteng. Ya din jî dewlet ewil aliyê bazirganî, eskerî, siyasî û malî esas digirin. Lê divê ewil mafên mirovan esas girtibûna. Divê normên hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê esas girtibûna. Tirkiye di aliyê biçekbûnê de di rêza 24’an a cîhanê de ye. Li şûna konsepta azadiyê dewlet ewil konsepta ewlehiyê esas digirin.”    ‘PIŞTÎ GOTINA REFORMÊ ZÊDEYÎ HEZAR SIYASETMEDAR BINÇAV KIRIN’   Birdal, destnîşan kir ku ji ber halê cîhanê li Tirkiyeyê jî binpêkirina mafan zêde ye û wiha pêde çû: “Der barê mafên mirovan ên Kurd de vakfa me heftane û rojane bultanan amade dike. Ev rewş dilê mirovan diêşîne. Her roj li Amed, Colemêrg, Sêrt, Şirnex û Wanê mirov tên binçavkirin û girtin.Piştî gotina reformê di 10-15 rojên dawî de zêdeyî hezar endam û rêveberên HDP’ê yên navçe û bajaran hatin binçavkirin û girtin. Lê dîsa jî nekaribûn rê li pêşiya daxwazên siyasetmedaran bigirin. Ji bo dijminantiya li dijî Kurdan bi dawî bibe divê her kes hinekî bibin Kurd, her kes hinekî bibin HDP’î û empatî pêş bixin. Divê her kes hinekî bibin demokrat. Binerin 13-15 sal berê dema AKP hat îqtîdarê li zindanan 57 hezar girtî hebûn. Lê niha 287 hezar mirov girtî ne. Zêdeyî hezar girtiyên nexweş hene. Her mehê cenazeyê 1-2 girtiyan ji girtîgehê derdikevin. Wezîr got 11 kes, lê li gorî daneyên ÎHD’ê 41 girtî bi pandemiya vîrûsê li girtîgehê mirin.”   ‘TECRÎD PIRSGIRÊKA MAFÊ MIROVAN E’   Parazvanê mafên mirovan Bîrdal herî dawî bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F jî û gotinên xwe bi dawî kir: “Em ji destpêkê de diyar dikin ku tecrîd pirsgirêka mafên mirovan e. Pirsgirêka edalet û hiqûqê ye. Pirsgirêka Kurd e. Di sala 2018’an piştî çalakiyê parêzeran bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Lê niha dîsa Birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Wê demê ma ev ne pirsgirêka saziyên navneteweyî yên hiqûqê qe?, Ma ne pirsgirêka CPT ye? Ma me pirsgirêka Meclîsa Tirkiyeyê ye? Ma tenê pirsgirêka gelê Kurd e? Na pirsgirêka her kesî ye. Ev pirsgirêka demokrasi, aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe.”    MA / Mehmet Alî Ertaş