Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê! 2020-12-07 09:08:31   SÊRT – Çend roj berê li navçeya Misircê ya Sêrtê erdhej rû dabû. Nexweşxaneya Dewletê bêyî were bihêzkirin dîsa ji xizmetê re hat vekirin. Xelk bi fikar e û li şûna vê nexweşxenyê diçin nexweşxaneyên li Sêrt û Êlihê.    Li navçeya Misircê ya Sêrtê di 3’yê kanûnê de erdheja bi pileya 5,1 rû dabû. Erdhejê bandora xwe li bajarê derdorê jî nîşan dabû. Avahiya Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê jî xesar dîtibû û ji ber vê yekê nexweşên lê razandibûn sewqî navenda Sêrtê hatibûn kirin. Ji bo xebatkarên nexweşxaneyê jî kon hatibû vedan.    Qeymeqamê Misircê Îhsan Emre Aydin li nexweşxaneyê lêkolîn pêk anî û vê daxuyaniyê da: “Di lêkolîna hatiye kirin de tu problem di avahiya nexweşxaneyê de nehatiye tespîtkirin. Em xizmeta xwe didomînin û tu tengasî nîne. Beriya erdhejê û piştî erdejê jî tu ferq di avahiyê de nîne.”   NEXWEŞAN NEXWEŞXANE TERIKAND    Welatiyên nexweş ku baweriya xwe bi daxuyaniya qeymeqam neanîn li malên xwe tedawiya xwe didomînin û welatî dibêjin ku derz li avahiya nexweşxaneyê ketine. Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Erol Emre Omur diyar kir ku 36 welatî li nexweşxaneyê razandibûne û 30 nexweşxaneya li ser xwesteka xwe çûne mala xwe û 6 nexweş jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê tên tedawîkirin.     JI BO TEDAWIYÊ DIÇIN SÊRT Û ÊLIHÊ    Bêyî ku tu tamîr ango xebatek bi hêzkirina avahiyê were kirin, avahî ji xizmetê re hat vekirin. Ev yek welatiyan xist nava metirsiyan û welatî ketin nava lêgerînek din. Nexweş li şûna biçin Nexweşxaneya Misircê tedawî bibin berê xwe didin nexweşxaneyên li navenda Sêrt û Êlihê û tedawî dibin.    MA / Fethî Balaman