HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev 2020-12-07 09:08:59 MÊRSÎN – Rêveberiya Xwecihî ya HDP’a Mêrsînê diyar kir ku penaberên ji Sûriyê yên li Kampa Adanalioglû bi zehmetiyan re rûbirû ne û zarok ji mafê perwerdehiyê û tenduristiyê sûd wernagirin.  Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê serdana penaberên Sûriyê yên li Kampa li taxa Adanalioglû ya navçeya Akdenîza Mêrsînê dijîn kir û li rewşa penaberan pirsî. Rêveberiya Xwecihî diyar kir ku di 2 mehên dawî de 250 kesên din jî hatine kampê û hejmara penaberan gihîştiye 450 kesî û kampa ku 6 meh in penaber lê dijîn û li kampê xizmetek binesaziyê nehatiye kirin.    HDP’Ê SER Û GUHÊ KAMPÊ DAYE HEV    Hevberdevkê Rêveberiya Xwecihî Îhsa Derînoz derbarê xebata li kampê kirine de agahî dan û diyar kir ku penaberên ji Sûriyê hatine li taxa Adanalioglû ya li çolterê dimîne wek karkerên çandiniyê dixebitin û got: “Bi salan însanan li vir ji ava paqij û ceryanê mehrûm mane û jiyana xwe ji domandin e. Bi taybetî di mehên zivistanê de her dever di bin avê de dimîne û kamp di nava heriyê de dimîne. Me jî xwest em di di vî warî de xebatekê bidin destpêkirin. Bi hewldanên me Navenda Giştî ya Av û Kanalîzasyona Mêrsînê xeta ava paqij kişand kampê. Her wiha paqijiya nava qampê hatiye kirin û 100 kamyon micûr hatiye rijandin. Konteynerên çopê hatin bicihkirin. Qet nebe hinek mercên wan hatin başkirin. Lê hêj kêmasî tmam nebûne. Hikumet alîkariya penaberên li kampê nake. Penaber di nava şert û mercîn giran de dijîn.”   EW ALÎKARIYA PERWERDE Û TENDURISTIYÊ DIXWAZIN    Mustafa Alî yê li kampê dimîne jî destnîşan kir ku beriya HDP biçe li hewara kampê her cih di nav çopê de bû û ew di nava heriyê de mabûn. Alî anî ziman ku li kampê hejmara jin û zarokan zêde ye û got: “Em ji bo wan alîkariyê dixwazin. Em konan jî bi derfetên xwe distînin. Di konekê de sê çar malbat dijîn. Nemaze em xizmeta perwerdehiyê û tenduristiyê dixwazin.”