Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin 2020-12-07 09:24:26   ÊLIH – JinNews a ku nûçeya zaroka bi destdirêjiya 27 zilaman re rûbirû mabû derxist holê hat astengkirin.   JinNews’ê derxistibû holê ku li gundek navçeya Kercewsa Êlihê esker, polîs û cerdevan jî di nav de zarokek bi destdirêjiya 27 zilaman re maye û du jinan jî bi fihûşê re rûbirû hiştine. Polîsên tîmên taybet gef li nûçegihana JinNews’ê ya ku nûçe derxistibû holê xwarin. Her wiha Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kercewsê biryara astengkirina nûçeya JinNews’ê ku bûyerê derxistibû holê da.