Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin 2020-12-07 09:51:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Pastarên Îranê, di êrişkirina kolberan de bavê 3 zarokan Ferzad Sedûnzade qetil kirin.   Hêzên Rejîma Îranê, cardin êrişî kolberan kirin û di encama êrîşê de kolberê bavê 3 zarokan Ferzad Sedûnzade qetil kirin. Li gorî nûçeya Kolbernewsê li herêma Selmas a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kirin. Hat diyar kirin ku di encama êrişê de, kolberê bi navê Ferzad Sedunzade yê ji gundê Kuzereş ya girêdayî Selmas a Urmiyeyê ku bavê 3 zarokan bû, jiyana xwe ji dest da.