Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin 2020-12-07 10:58:06   ENQERE - Hevdîtinên Pêşnûmeqanûna Butçeya Rêveberiya Navêndî ya Sala 2021’an ku muhalefet rexne dike îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê dest pê dikin.   Hevdîtinên Pêşnûmeqanûna Butçe ya Rêveberiya Navêndî ya Sala 2021’an îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê dest pê dikin. Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay derbarê butçeyê de wê li Lîjneya Giştî axaftinekê bike. Piştî axaftina Oktay serokên desthilatê û partiyên muhalefetê wê li kursî saetekê biaxivin.   Li Lîjneya Giştî ya Meclisê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, li ser navê koma IYÎ Partiyê Îsmaîl Tatlioglû û Erhan Ûsta biaxivin. Li ser navê koma AKP’ê wê Serokwekîlê Komê Mehmet Mûş û Cigirê Serokê Giştî yê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş û li ser navê koma MHP’ê jî Serokwekîlên Komê Levent Bulbul û Erkan Akçay biaxivin. Piştî axaftina wê ji bo hevdîtina xalên butçeyê dengdayîn bê kirin.    BUTÇEYA SALA 2021’AN   Lêçûnên butçeya 2021’an trîlyonek û 346,1 mîlyar lîre, ji xeynî faîzan lêçûn trîlyonek û 166,6 mîlyar lire, dahatên butçeyê trîlyonek û 101,1 mîlyar lire, dahatên bacê 922,7 mîlyar lire, hevnegirtina butçeyê 245 mîlyar lire hat hesabkirin. Di çarçoveya butçeya giştî de ji îdareyên cameweriyê re trîlyonek û 223,5 mîlyar lire, îdareyên butçeyên bi taybet 119,9 mîlyar lîre, saziyên sererastker û venêrîner jî 2,7 mîlyar lîre diravdanî hatiye veqetandin.    Hevdîtinên li ser budçeyê piştî ku axaftin bi dawî bibin dê di 18’ê kanûnê de wê werin temamkirin.