Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2020-12-07 11:10:40 NAVENDA NÛÇEYAN – Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dewr girt. Hevseroka Giştî ya Berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel jî tevlî çalakiyê bû.  Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê mijdarê de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 11’an de koma sêyemîn dewr girt.   ‘EM BI BIRYAR IN, EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Girtî Mehmet Abay û Vedat Baktaş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê grev dewrî Veysî Denîzhan û  Serhat Borak kirin. Girtiyên di grevê de destnîşan kirin ku ew bi biryarin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin.   Girtiyan peyama; ‘Em bi biryar in tecrîda der mirovî bişikînin. Heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em soz didin ku xwedî li têkoşîna ruhê rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê derkevin, bi vê ruhê berxwedanê serketinê tacîdar bikin. Wê berxwedan û heqîqet bi ser bikeve.’ dan.   Li aliyê din Hamîde Yuksel û Zeynep Yildirim ên li Girtîgeha Oltû ya Erziromê jî dest bi greva birçîbûnê kirine.    TUNCEL JÎ DI GREVÊ DE YE   Hevseroka Giştî ya Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 1 a Kandirayê girtî ye jî di koma sêyemîn de tevlî çalakiyê bû.