Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê 2020-12-07 11:42:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên têkildarî bûyera tecawîzê ya li Kercewsê daxuyanî dan, dest ji faîlan berdan ketin dû nûçeyê. Miduriyeta Polîsan, nûçeya tecawîzê weke “operasyona têgînê” nirxand û derbarê parvekirinên medya civakî yên 27 kesan de, dest bi lêpirsînê kir.      Ajansa Jinnewsê, bi nûçeya serwîs kiribû bûyera tecawîzê ya li dijî zaroka li navçeya Kercewsê ya Êlihê hatibû jiyîn derxistibû holê. Nûçeya Jinnewsê ya bi ser navê “Lêpirsîna tecawîzê ya Kercewsê: Çawîşê pispor, polîs, cerdevan û 27 nav hene” di raya giştî de nav û deng da.    Miduriyeta Giştî ya Polîsan, Walîtiya Êlihê û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, yên li ser bertekan daxuyanî dan, dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeya derbarê tecawîzê de hatibû serwîskirin.    MIDURIYETA POLÎSAN: OPERASYONA TÊGÎNÊ   Miduriyeta Giştî ya Polîsna di daxuyaniya da de, wiha got: “Bûyera tacîza zayendî ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê hat jiyîn, bi piştgiriya rêxistina terorê tê xwestin ku operasyona têgînê bê bi rêve birin. Ji ber vê me derbarê parvekirinên medya civakî yên 27 kesan de, dest bi lêpirsînê kir.”      WALÎTIYA ÊLIHÊ     Walîtiya Êlihê jî, derbarê bûyerê de ev daxuyanî da: “Derbarê bûyera îstîsmara zayendî ya li navçeya Kercewsê hat jiyîn de, me pêdivî pê dît ku em raya giştî ronî bikin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî, di 05.12.2020’an de, derbarê bûyerê de daxuyaniyek da bû gotibû ku di lêpirsîna bi rêve dibe de, navê tu erkdarên çemawerî derbas nabe. Lê hin saziyên medyayê û platformên medya civakî yên piştgiriyê didin rêxistina terorê, bi zanebûn îdîa dikin ku têkiliya esker, polîs û cerdevanan bi vê bûyerê re heye. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Kercewsê, wê derbarê van saziyên medyayê, platformên medya civakî û kesên dixwazin vê bûyerê belav bikin de, gilî bike.”    SERDOZGERIYA KOMARÊ YA ÊLIHÊ   Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî, ev daxuyanî da bû, “Ji ber ku bûyer di sînorê navçeya Kercewsê de pêk hatiye, dosyeya lêpirsînê di 17’ê Mijdara 2020’an de, ji bo Serdozgeriya Komarê ya Kercewsê hat şandin. Serdozgeriya Komarê ya Kercewsê jî, di çarçoveya îdîa û îfadeyên mexdûr û gumanbaran de, hemû delîl kom kirine û bi awayekê xurt nirxandine. Yek ji gumanbaran M.A. di çarçoveya lêpirsînê de, di 13’yê Mijdara 2020’an de hatiye girtin. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Kercewsê, di 18’ê Mijdara 2020’an de, têkildarî bûyerê biryara nepeniyê û qedexeya weşanê dide. Lê hin saziyên medyayê, vê bûyerê di weşanên xwe de parve dikin. Parvekirin û îdîayên hatin kirin, rastiyê venabêjin.”