Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir 2020-12-07 12:03:14 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Şengalê gel ji bo piştgiriya asayîşê daket qadan û dest bi meşê kir.    Di 9’ê cotmehê de Hikumeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Şengalê peymanek îmze kiribûn. Ji ber ku bêyî tevlîbûna gelê Şengalê bi peymana li ser pêşeroja gelê êzidî biryar hatine dayîn, li Şengalê çalakî tên lidarxistin.     Îro serê sibehê li navenda Şengalê gelê êzidî careke din daketa kolanan û bi bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” dest bi meşeke girseyî kir.  Di meşê de pankartên “Asayîş rûmeta me ye”, “Bijî Asayîş”, “Em Asayîş in” û wêneyên şehîdên berxwedana Şengalê hatine vekirin. Her wiha di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Asayîşê” tên berzkirin.    Meşa ku jin, zarok, rûspî, serokeşîrên herêmê, rêveber û nûnerên saziyan jî tevlî bûne, van kêliyan jî berdewam dike. Dê meş li pêşiya konê çalakiya piştgiriya Asayîşê ku 5 roj in li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vegirtin, bidawî bibe.   Piştî meşê wê li ser navê girseyê daxuyaniyek bê dayîn.