Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin 2020-12-07 12:04:59   STENBOL – Hatîce Arat a li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan tê ragirtin diyar kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir zextên li ser wan jî zêde bûne Û banga hestiyariyê li raya giştî kir.   Hatîce Arat a li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan tê ragirtin bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî û behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Xwişka Hatîce Arat, Tugba Beklîm diyar kir ku xwişka wê ji wan re gotiye zextên gardiyan li wan dikin ji aliyê rêveberiya girtÎgehê ve asayî tê dîtin.   ZEXT ZÊDE BÛNE   Beklîm anî ziman ku herî dawî ew di meha adarê de çûne hevdîtina xwişka xwe û hefteyê rojek mafê axaftina telefonê heye û ew jî ancax têra qalkirina binpêkirina mafên girtiyan dike. Beklîm got xwişka wê destnîşan kiriye ku piştî girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçibûnê kirine zextên li ser wan hin bêtir zêde bûne. Beklîm diyar kir ku xwişka wê gotiye gardiyan û rêveberiya girtîgehê dest danîne ser kelûpelên girtiyan û pêdiviyên girtiyan ku ji derve tên jî nadin girtiyan. Beklîm anî ziman ku xwişka wê gotiye tedawiya girtiyên nexweş jî nayê kirin, mafê wan tedawiyê tê astengkirin û kelûpelên paqijiyê jî nadin girtiyan û ew bi rîska Kovîd-19 re rûbirû ne.   Beklîm da zanîn ku xwişka wê gotiye girtî bi zext û zilmê re rûbirû ne û ji bo zextên li ser girtiyan bi dawî bibin, ji bo rewşa girtiyên nexweş û bidawîkirina binpêkirina mafan banga lezgîn li raya giştî kiriye.