Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû 2020-12-07 13:12:29   AMED – Doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Sîlvan Mucadeleyê Ferhat Parlak ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, ji ber ku berê jî bi heman hincetî hatiye darizandin hat redkirin.    Derbarê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Sîlvan Mucadeleyê Ferhat Parlak de ji ber nûçeyên ku di sala 2015’an de dema qedexeyên derketina derve çêkiribûn, parvekirinên medya civakî, gotinên şahidê nepen, pirtûka ku nivîsandibû û hevpeyvînên bi rêveberên KCK’ê re kiribûn bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê vê dozê  li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Parlak û parêzerê xwe Mehdî Ozdemîr tevlî danişînê bûn.    DOZGER MUTALAAYA XWE DUBARE KIR   Dozger, bi heman sûcdariya mutalaaya xwe dubare kir û derbarê Parlak de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan ceza xwest. Parlak li dijî mutalaayê parastinên xwe yên berê dubare kir û destnîşan kir ku mutalaayê qebûl nake. Parlak, bi bîr xist ku berê ji “endamtiya rêxistinê” beraet kiriye û destnîşan kir ku doza wî doza dubarebûyî ye û daxwaza beraeta xwe kir.    ‘BI HEMAN DELÎLAN HATIYE DARIZANDIN’   Parêzerê Parlak Mehdî Ozdemîr jî mîna muwekîlê xwe li dijî mutalaayê derket û destnîşan kir ku muwekîlê wî beriya niha bi heman delîlan hatiye darizandin û beraet kiriye û daxwaza beraeta Parlak kir.    DADGEHÊ DOZÊ RED KIR   Li ser van parastinan heyeta dadgehê jî têgihîşt ku Parlak ji heman delîlan beriya niha hatiye darizandin û beraet kiriye û biryara redkirina dozê da. Her wiha heyeta dadgehê biryara qedexeya derveyî sînor a li ser Parlak jî rakir.    AYŞEGUL DOGAN CEZA XWAR   Li aliyê din ji ber hevpeyvînê ku bi rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) re kiribû, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Koordînatora Bernameya ÎMC TV’yê ku bi KHK’ê hatibû girtin rojnameger Ayşegul Dogan hat birîn.