408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin 2020-12-07 13:18:43   SÊRT - 408 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê diman, ji ber xesar dîtina girtîgehê ya ji erdheja Misircê pêk hat sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlîhê hatin kirin.   Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ku ji ber erdheja Misircê xesar gihîştî hat valakirin. Bêyî ku agahî bidin malbatên wan di 5 û 6’ê kanûnê de 408 girtiyên li vê girtîgehê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê hatin kirin.   Li aliyê din hat diyarkirin ku wê li bajar girtîgeheke nû bê çêkirin û di 9'ê kanûnê de ji bo lêkirina vê girtîgehê îhale jî hatiye kirin.