Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin? 2020-12-07 13:21:02   AMED - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, astengkirina ragihandina nûçeya derbarê bûya tecawîzê ya li navçeya Kercewsê hat jiyîn de ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, bûyera tecawîzê ya li navçeya Kercewsê hat jiyîn, bir rojeva Meclîsê. Ûca, ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşniyaz pir da Meclîsê.    Ûca, di pêşniyaz pirsa kir de wiha got: “Zaroka 15 salî ji ber êşa zikê xwe diçe nexweşxanê û li wê derê derdikeve holê ku du caniye. Dûre li ser giliyê tê kirin 2 kes tên girtin. Bi berfirehkirina lêpirsînê re, derdikeve holê ku polîs, esker û cerdevan jî di nav de, 27 kes tecawîzê zarokê kirin û fihûştî ferzî wê kirine. Lê ji 27 kesan tenê navê 11 zilaman di dosyeya lêpirsînê de heye. Di nava agahiyên çapemeniyê ragihandin de, tê îdîakirin ku 2 jinên din ên li gund jî, bi zorê kirine nava karê fihûşê de. Li aliyê din rojnamegera diçe gund û dixwaze bûyerê lêkolîn bike, polîsên hêzên taybet pêşiya wê digirin û pirsên ‘Tu kiyî, tu çima li vê derêyî, tu çi lêkolîn dikî, tu çima hatî navçeyê?’ jê dikin.”    Ucan, di pêşnîyaz pirsa xwe de, ev pirs ji Wezîr Gul kirin:   “* Derbarê vê bûyera li Kercewsê de, têkildarî çend kesan lêpirsîn hatiye destpêkirin?    * Çima her tim bûyerên wiha li bajarên kurdan rû didin. An na ev polîtîkayêk bi zanebûne?    * Ji bo ku berpirsiyarên vê bûyera tecawîzê bên dariznadin, we çi xebat dane dest pê kirin?    * Gelo çima rojnamegerên dixwazin nûçeya bûyerê çêbikin, tên astengkirin?   * Bi astengkirina ragihandina nûçeyê, gelo tê xwestin ser bûyerê bê girtin? Ger wisan, kî ji bo çi tên parastin?   * Çend dozên tecawîz û tacîzê yên navê esker û polîstan tê de, derbas dibin hene? Li kîjan bajaran çend bûyerên wiha hene?     * Di nava salekê de, li Êlihê çend bûyerên wiha rû dan? Gelo erpirsiyar hatin darizandin? Têkildarî van bûyeran çend kes heya niha hatine girtin?”