DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake 2020-12-07 14:13:09   STENBOL – DÎB’ê diyar kir ku ji ber polîtîkayên îqtîdarê krîzek rêveberiyê diqewime û got: “Krîz rê li ber hilweşîna civakî vedike. Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake.”   Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî mûçeyê kêmane, Kovîd-19 û krîza aborî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber pesindayîna şaş a aboriyê ku ji hêla îqtîdarê ve tê kirin her ku diçe pirsgirêka aboriyê mezin dibe.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku teqandina kredî çê dibe û faîza negatîf rê li ber neyîniyên mezin vedike û bêkarî zêde dibe, enflasyon bi lez zêde dibe û ev yek fatûreyek giran ji karkeran, jin û ciwanan re tê veqetandin.   ‘RASTÎ NAYÊN VEŞARTIN’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îqtîdar pêvajoya şewbê ya koronayê bi aqilê bazirganan birêve dibe û ev dibe sedema krîzê û wiha hat gotin: “Ev hesabên îqtîdarê pûç derdikevin. Bi giştî nikare birêve bibe. Krîza tenduristiyê ya ku veguheriye tsûnamiyê bi xwe re hilweşîniya krîzek civakî ya mezin bi xwe re tîne. Îqtîdar berpirsiyariya xwe li ser pişta civakê dihêle. Rastiya îqtîdarê nayê piştperdekirin.”   ‘ABORIYÊ WEK ÇÎROKAN VEDIBÊJE’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îqtîdar di aboriyê de mîna ku çîrokan bêje tevdigere û di hemû yekîneyên Komarê de talanî pêk tê û div ê pêvajoya pandemiyê de deynê Tirkiyê gelek zêde bûye û bi reqamên rastî ev sosretiya îqtîdarê xwe li ber çavan radixe.   ‘ÎQTÎDAR DEREWAN DIKE’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye bi tengasiya aborî re rûbirû maye û wiha hat gotin: “Li holê tenê rastiyek heye. Ew jî ew e ku îqtîdar di derewan de sînoran nas nake. Destekê tenê dide sermayedaran û keda xelkê dixwe. Xelkê mehkûmî mirinê kiriye.”