Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin 2020-12-07 15:22:13 WAN –  Li Wanê polisên mudaxaleyî pêkhateyên TJA’yê yên xwestin bûyera destdirêjiyê ya li Kercewsê şermezar bikin, kir û rojnamegeran ji qadê dûr xistin.    Li Wanê, pêkhatiyen Tevgera Jinên Azad (TJA), xwestin bûyera destdirêjiyê ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê ku ji aliyê 27 kesan ve ku di nav wan de polis û çawişê pispor jî hene li dijî zarokeke 15 salî pêk hatiye, şermezar bikin. Girseya ku di nav wan de aktîvîstên TJA’yê, parlamentere HDP’ê yê bajar Mûrat Sarisaç û rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û bajar jî hebûn ji bo şermezarkirinê li ber avahiya HDP’ê ya Wanê li hev civiyan.    Polisan girseyê dorpêç kir û piştî ku heqaretê li parlamenter Sarisaç kir û bi çoyan mudaxaleyî girseyî kir. Nûçegîhanên ajansa me û Jin Newsê ku van kêliyan kişandin ji aliyê polisan ve hatin derpkirin û ji qadê hatin dûrxistin. Her wiha polisan xwest qamera û wênekêşên rojnamegeran jî desteser bikin.