Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin 2020-12-07 15:39:25   ÊLIH – Menîşe Îş a dayika sê zarokan bi îdiaya “Ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” cezayê zîndanê lê hatibû birîn û ji ber pejirandina cezayê wê hat girtin.   Di sala 2011’an de piştî pîrozbahiya Newroza li Êlihê xelkê ber bi navenda bajêr ve meş li dar xistibû. Polîsan êrişî meşê kiribû. Menîşe Îş hatibû binçavkirin û piştî îfade dabû dadgeriyê hatibû berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Êlihê bi îdiaya “Ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz lê vekiribû. Dadgerê piştî darizandinê 3 sal û 9 meh cezayê zîndanê li Menîce Îş birîbû. Dadgeha Bilind cezayê Menîce Îş pejirand. Polîsan 6 meh berê bi ser mala Îş de girtibû û ew binçav kiribû û ji ber ku zarokên wê biçûk bûn 6 meh ceza hatibû taloqkirin.   Menîce Îş di 4’ê kanûnê de di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û sewqî Edliya Êlihê hat kirin. Îş ji aliyê dadger ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M.   Menîce Îş dayika sê zarokan e û zarokek hêj yek salî ye. Her wiha hat destnîşankirin ku nexweşîna kronîk a dil bi Menîce Îş re heye.