ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye 2020-12-07 16:21:17   AMED – Sekreterê ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn bertek nîşanî girtina Plansazê Bajêr  Haknas Sadak da û diyar kir ku saziyên darazê di bin kontrola polîtîkayên desthilatê yên bi talîmat û fermanan tên weşandin de ne.   Lijneya Kordînasyona Bajêr (ÎKK) a TMMOB’ê ya Amedê ji bo girtina endamê xwe Haknas Sadak li Şaxa Odeya Endezyarên Kanzayê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbata Sadak, nûnerên odeyên girêdayî TMMOB’ê û gelek kes beşdarî civînê bûn. Li ser navê komê Sekreterê ÎKK’ê yê TMMOB’a Amedê Dogan Hatûn daxuyanî xwend.    ‘NE SIYASIYAN TECAWIZKARAN BIGIRIN’   Hatûn, diyar kir ku desthilatê bi reforma darazê armanç kiriye ku beşên derveyî xwe bê bêhngirtinê bihêle û bi vî rengî civakê di bin zextan de dihêle û wiha got: "Girtina Haknas Sadak siyasî. Saziyên darazê di bin kontrola polîtîkayên desthilatê yên bi talîmat û fermanan tên weşandin de ne. Di encama van polîtîkayan texrîbateke mezin li hişmendiya hiqûq û edaletê bûye.”   Hatûn, xwest ku desthilat dev ji pêkanînên ku hişmendiya edaletê ya civakî dipelixîne berde û ev tişt gotin: “Hevalê me yên girtî Haknas Sadak û rêveberên saziyên sivîl ên civakî yên din serbest berdin. Em ê bi hemû hevalên xwe re di nava piştevaniyê de bin.”