Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt 2020-12-07 16:59:30   AMED – Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê 5 girtiyan weke koma 3’yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt.   Girtiyên doza PKK û PAJK'ê di 27'ê mijdare de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan destpêkirin. Çalakî di roja 11'emîn de komên sêyemîn didome. Li gorî agahiyên ku ji malbatan hatin wergirtin, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê îro Sedat Nûrîoglû, Rahîm Şahîn, Mûstafa Kûtay, Aydin Kazan û Huseyîn Çelîk wek koma 3’yemîn greva birçîbûnê dewr girtin.   Piştî koma 3’yemîn wê di 12’ê kanûnê de koma 4’emîn çalakiyê dewr bigire.