Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt 2020-12-07 20:40:00   ÎZMÎR – Li Girtîgeha Şakran a Jinan koma duyem greva birçîbûnê dewr girt. Girtî Behrîvan Aydin û Mahsûme Şedal dest bi greva birçîbûnê kirin.    Li girtîgehan girtiyan di 27'ê Mijdarê de bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem ûd orveger kiribûn. Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 11'an de ye. Îro li Girtîgeha Şakran a Jinan koma duyem dest bi greva birçîbûnê kir. Malbatên çûn girtîgehê hevdîtin bi xizmên xxwe re kirin, ragihandin ku Behrîvan Aydin û Mahsûme Şedal çalakiya greva birçîbûnê ji girtî Cîhan Asî û Hatîce Calihanê dewr girtine.    Her wiha malbatan ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî diyar kirin ku girtiyan gotiye: "Piştî greva birçîbûnê îdareya girtîgehê tim davêje ser qawîşan û lêgerînê dike. Gardiyanên diçin odeyên karantînayê, bi heman kincan tên odeyên me jî. Em tên tecrîdkirin. Heya tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe em ê bitêkoşin."