Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin 2020-12-07 22:41:19       NAVENDA NÛÇEYAN - Îro jî li gelek bajar û navçeyên Kurdistana Federe gel ji ber nedana mûçeyan û qeyrana aborî daket qadan. Hat ragihandin ku di xwepêşandanan de 2 ciwan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.   Li Herêma Kurdistana Federe ev demeke mûçeyên mamoste û karmendan nayê dayîn û qeyraneke aborî heye. Ji ber ku rêveberiya herêmê ya piraniya wê di destê PDK'ê de ye, nikare meseleya navbirî ya ku her diçe kûr dibe çareser bike, li gelek bajar û navçeyên herêmê gel daketiya kuçe û kolanan û xwepêşandanan li dar dixe. Di xwepêşandanan de parêzvanên baregeha PDK'ê jî êrîşê dibin ser xwepêşanderan. Li gor nûçeyên ku RojNewsê parve kirine, di xwepêşandanan de 2 ciwan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.   LI KELARÊ XWEPÊŞANDAN    Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê welatî li dijî nedana muçe û qeyrana aborî daketin qadan. Welatiyan baregeha Tevgera Goran dan ber keviran. Hêzên ewlehiyê jî gule bi ser welatiyan de reşandin.   Welatî li ber Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şidetê ya Germiyanê kombûn û piştre ber bi baregeha Tevgera Goran ve meşiyan. Welatiyan baregeha Goran dan ber keviran û li ser cadeyan agir pêxistin. Xwepêşandana li navçeyê didome û hêzên ewlehiyê jî bi berdana çekan hewil didin xwepêşandanê belav bikin.   LI DERBENDÎXANÊ KESEK BIRÎNDAR BÛ   Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyeyê jî di xwepêşandanê de welatiyan avahiya qeymeqamtiyê û baregeha Tevgera Goran şewitandin. Di encama gulebarana parêzvanên baregeha PDK’ê de jî xwepêşanderek birîndar bû. Her wiha hat diyarkirin ku piştî şewitandina avahiya qeymeqamtiyê û baregeha Tevgera Goranê xwepêşandana berê xwe daye baregeha YNK û PDK'ê û parêzvanên her du baregehan jî gule li xwepêşanderan reşandiye.   Li gorî zanyariyên bi dest ketin, li ber baregeha PDK’ê ya Derbendîxanê parêzvanên baregehê xwepêşanderek birîndar kirine û wî rakirine nexweşxaneyê.    LI KIFRIYÊ CIWANEK HAT KUŞTIN   Di saetên şevê de welatiyên bajaroka Kifrî ya Germiyanê dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşanderan baregeha YNK’ê ya bajarokê şewitandin û ber bi baregehên hizbên din ve meşiyan.    Di dema şewitandina baregeha YNK’ê de, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de ciwanek bi navê Ako Selman ê temen 17 salî bi giranî birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da. Her wiha xwepêşander berê xwe dane baregehên PDK û Tevgera Goranê jî.    LI ÇEMÇEMALÊ CIWANEKÎ 16 SALÎ HAT KUŞTIN   Li xwepêşandana li navçeya Çemçemalê de ciwanek 16 salî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.   Berdevkê Tendirustiya Çemçemalê Dixtor Şerîf, ragihand ku di xwepêşandana Çemçemalê de ciwanekî 16 salî hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne. Li gorî zanyariyên bi dest ketin ciwanê jiyana xwe ji dest daye, navê wî Adem Yehya ye û ji aliyê parêzvanên Şaxa 19’an a PDK’ê ve hatiye kuştin.   LI SEYÎDSADIQÊ AVAHIYA QEYMEQAMTIYÊ HAT ŞEWITANDIN   Xwepêşanderan li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê avahiya qeymeqamtiyê, navenda polîsan û tevayî baregehên hizbî şewitandin. Her wiha gelek avahiyên hikûmî û hizbî jî hatine valekirin. Li gorî zanyariyan, li avahiya qeymeqamtiya navçeyê polîsek jî birîndar bûye.    Xwepêşandanên li gelek bajar, navçe û bajarokên herêmê didomin.