ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-08 09:00:24 * Li Çêrmûg a Amedê bav û keç hatibûn kuştin. Di îdinameya hat amadekirin de hat tespîtkirin ku bav û keç bi çeka cerdevanan a dewletê daye wan hatiye kuştin. Hîn jî du kiryarên tiliya wan di bûyerê de nehatine zevtkirin û 4 kes jî bi awayekî girtî tên darizandin.  * Parêzvanên mafan, destnîşan kirin ku çalakiyên greva birçîbûnê ji ber polîtîkayên hikûmetê çêbûne û ji bo daxwazên girtiyan jî bilêv kirin ku daxwazên wan hiqûqî ne û civak divê bibe dengê wan.    * Dayikên Aştiyê ku ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd çêbibe kitanên xwe danîn erdê, diyar kirin ku polîtîkayên PDK'ê ji bo kesên dijî kurdan bi kêr tên û wiha bang kirin: "Êdî bes e!"    * Li Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê ya Erziromê Omer Cemal Yazicioglû ku bi îdiaya "dê çalakiyê li dar bixe" hatibû binçavkirin, bi sûcê "heqaret li serokomar kiriye" 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.    * HDP'ê pirsgirêkên weke tiwalet, çop û cihên bi herî yên wargeha penaberên Sûriyeyî ya ku nêzî 450 penaber tê de dijîn, çareser kir. Mustafa Alî yê ku li wargehê dimîne, ji ber piştevaniyê kêfxweşiya xwe anî ziman.   * Şêniyên Dersimê bertek nîşanî birêvebirina rêxistinkirina di bin navê komele û weqfan tê de tê kirin da û diyar kirin ku polîtîkaya yek ziman, yek bawer, yek al tê birêvebirin û gotin: “Em ê li dijî pişaftinê bawerî û çanda xwe biparêzin.”   * Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, wê têkildarî amûrê guhdarkirinê ya li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê hat dîtin de, civîna çapemeniyê li dar bixe.(11.00)   * Platforma Demokrasiyê ya Wanê, wê derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dike de, li Şaxa TUHAY-DER a Wan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA), wê derbarê bûyera tecawîzê ya li Kercewsê rû da de, li ber avahiya HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê, dê derbarê bûyera tecawîzê ya li Kercewsê hat jiyîn de daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa SES'ê ya Rihayê, bi boneya salvegera avakirina KESK'ê wê li avahiya sendîkaya civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)     * Şandeya ji Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk pêk tê, wê li navenda Şirnexê biçin serdana malbatan. (11.00-15.00)   * Platforma Şaxa KESK'ê ya Wanê, dê derbarê 25'emîn salvegera xwe de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)