Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin 2020-12-08 09:04:23 AMED - Li Çêrmûg a Amedê bav û keç hatibûn kuştin. Di îdinameya hat amadekirin de hat tespîtkirin ku bav û keç bi çeka cerdevanan a dewletê daye wan hatiye kuştin. Hîn jî du kiryarên tiliya wan di bûyerê de nehatine zevtkirin û 4 kes jî bi awayekî girtî tên darizandin.  Li gundê Xelîkan ê navçeya Çêrmûg a Amedê neh meh berê ji ber hilbijartina keyatiyê şerek qewimîbû. Ji ber ku malbata Ozkahraman dengê xwe nedabû wan kesan, tahde lê hatibû kirin. Ji ber vê malbat ji mecbûrî mala xwe bar kiribû û çûbû Mêrsînê. Lê piştî demekê gava bav Selahattîn Ozkahraman û hin ferdên malbatê ji bo şînê tên gund, kesên tahde li wan kiribûn wî û keça wî ya ducanî Sûriye Ozkahramanê dikujin. Îdianameya derbarê bûyerê de di 17'ê Adara 2020'an de hat amadekirin. Lê belê 9 meh in hîn Emre û Engîn Yalçin ê tiliya wan di bûyerê de nehatine zevtkirin.   Îdianameya derbarê Emre û Engîn Yalçin û derbarê remzî, Hayrettîn, Şeyhmûs, Ferît Yalçin ên bi awayekî girtî tên darizandin û Bîrgul Menteşe ya bi awayekî negirtî tê darizandin de hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger di îdinameyê de xwest ku bi sûcê "kuştina bi qesdî" li 6 kesan 2 caran cezayê muebedê bê birîn û li kesekê jî ji ber ku alîkarî kiriye cezayê girtîgehê bê birîn.    Lê belê di îdianameyê de hat tespîtkirin ku çeka di bûyerê de hatiye bikaranîna çeka ku dewletê daye cerdevanan bixwe ye.    BI ÇEKA KU DEWLETÊ DAYE WAN BERDANE   Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Hayrettîn Yalçin ê niha ji ber bûyerê girtî, ji bo hilbijartina 31'ê Adara 2019'an ji Selahattîn Ozkahraman xwestiye raya xwe bide namzetê wan Emre Yalçin, lê belê Ozkahramn jî ji ber ku xizmê namzetê din Haci Ertûgrûl e, ji Yalçin re gotiye dê raya xwe bi kar neynê. Lê belê piştî Emre Yalçin di hilbijartinê de bi ser nakeve, hisûmet çêdibe. Piştî vê her du malbata di 12'ê Hezîranê de pev diçin û piştî bûyerê malbata Ozkahraman mecbûr dimîne koç bike û diçe Mêrsînê. Lê belê piştî bûyerê bi du hefteyan taziyeyeke wan çêdibe û malbata Ozkahraman tê taziyeyê. Gava tên gund, li mala keça xwe Sûriye Ozkahramn dimînin.    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li gor peymana malbata Yalçin, divê malbata Ozkahraman neyê gund û erdê xwe najone û ji bo vê navbeynkar şandine cem malbata Ozkahraman, lê belê Ozkahraman gotiye: "Di lihevkirina me de tiştekî werê nehatiye gotin. Me ji navbeynkaran re got; ji bo şîn, dawet û erdên xwe yên li Çêrmûgê em ê bên gund."    Lê belê gava Selahattîn, hevjîna wî Guzel û keça wî Sûriye Ozkahraman ji nav erdê xwe tên, Emre, Engîn, Remzî, Hayrettîn, Şeyhmûs û Ferît Yalçin bi çekên lûledêrij dora wan digirin û sixêfan li wan dikin û wan guleberan dikin. Di dema dorpêçkirin û gulebarandirnê de jî Bîrgul Menteşe jî bi durbînê çavdêriya wan dike.   Lê belê piştî îfadeya derket holê ku Remzî Yalçin bi çeka cerdevaniyê bera malbata Ozkahraman daye.    Danişîna ewil a dozê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin.