Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê 2020-12-08 09:04:25 STENBOL - Parêzvanên mafan, destnîşan kirin ku çalakiyên greva birçîbûnê ji ber polîtîkayên hikûmetê çêbûne û ji bo daxwazên girtiyan jî bilêv kirin ku daxwazên wan hiqûqî ne û civak divê bibe dengê wan.  Li girtîgehan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, girtiyan di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12'an de ye.    Parêzvanên mafan destnîşan kirin ku berî encamina xirab rû bidin divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    ZEXT ZÊDE BÛN    Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Esîn Çelîk, bibîr xist ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê dest pê kiribû esas nehatiye girtin 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dabû û çalakiyên greva birçîbûnê yên 12 roj in didomin jî bi heman daxwazan hatine destpêkirin. Çelîk, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan divê bên qebûlkirin û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin ev çalakî dest pê kirine, lê belê bi çalakiyê re ev binpêkirin zêde bûne. Çelîk got: "Piştî çalakî dest pê kir, hîn bêtir davêjin ser qawîşan. Dest datînin ser amûrên girtiyan ên ji akntînê tên kirîn û ji ber van eşyayan cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Girtî li ber van pêkanînan radibin. Divê her kes bibe dengê girtiyan û daxwazên wan. Berî encamine xirab rû bidin, çi hewce be divê bê kirin."    DAXWAZÊN WAN DAXWAZINE HIQÛQÎ NE    Seorkê Giştî yê Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Dîdar Erdem jî destnîşan kir ku grevên birçîbûnê divê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de esas bên girtin û got: "Girtî ji bo mirinê nakevin greva birçîbûnê. Ji bo hin daxwazên wan bên qebûlkirin vê çalakiyê didin destpêkirin. Girtî dixwazin mafên ku di qanûnan de diyarkirî pêk bên. Lewma ev daxwazên ku bi temamî daxwazine hiqûqî ne divê pêk bên."    ENCAMIN XIRAB    Erdem, diyar kir ku dibe ku ji ber şewbê encamên gervên birçîbûnê giran bin û got: "Gava grevn birçîbûnê biqedin jî abndoreke wan a xirab li ser laşê mirov dimîne. Niha şewb heye û divê muqawemeta laş baş be, lê belê niha bi grevên birçîbûnê laş li ber şewbê bêparastin mane. Demildest divê daxwazên girtiyan bên nîqaşkirin û ji bo jiyanê ji destê kê çi tê divê bike."    BI HEV RE ENCAM PÊKAN E   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Mehmet Acettîn jî destnîşan kir ku ji roja ku grevên birçîbûnê dest pê kirine heya niha ki girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne û ji ber vê gelek kesan serî li wan daye. Acettîn, anî ziman ku tecrîd girantir bûye û zext zêde bûne. Acettîn, da zanîn ku li girtîgeha Kandira û Gebzeyê gardiyan davêjin ser qawîşan û got: "Hêzên demokrasiyê û parêzvanên mafên mirovan divê li ber vê yekê rabin û li ser encamê hûr bibin."    Acettîn, anî ziman ku ji ber ku di grevên birçîbûnê yên berê de derbarê tecrîda li ser Ocalan de hatibûn destpêkirin, encamine baş bi dest neketina niha cardin bi heman daxwazan çalakî dest pê kirine û got: "Helwesta dewletê ya guhnedêrî û nedîtinê didome. Rizandina xwe bi tahde û polîtîkayên ewlehiyê vedişêrin. Jixwe gelek kes ji dewlet û îqtidarê nerazî ne. Lewma girtî bi bedena xwe li ber vê rabûne. Ji bo vê ne tenê girtî, divê ên li devre jî ji bo çareseriyê tevbigerin. Heger hêzên demokrasiyê, aktivîstên mafên mirovan, partiyên siyasî, ciwan, jin û hemû kesên xwedî wijdan bên cem hev du û bi hev re tev bigerin dê ecanm bê girtin."    MA / Mehmet Aslan