Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn 2020-12-08 09:04:36 ERZIROM - Li Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê ya Erziromê Omer Cemal Yazicioglû ku bi îdiaya "dê çalakiyê li dar bixe" hatibû binçavkirin, bi sûcê "heqaret li serokomar kiriye" 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.  Cîgirê Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 7 kesên din, di 2'yê Sibata 2018'an de bi îxbara "Li avahiya HDP'ê ya Tatosê civîn kirin" û dê "di 15'ê Sibatê de çalakiyekê li dar bixein" hatibûn binçavkirin. Her 8 kes piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Erziromê di heman rojê de bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan û tam 18 mehan her roj ji bo îmzeyê çûbûn Serdozgeriya Komarê ya Erziromê. Taliyê dozgeriyê derbarê lêpirsînê de biryara "neşopandinê" da. Di biryarê de hat diyarkirin ku derbarê "endamtiya rêxistinê" de tu delîl û îfadeyên şahidan tune ne.    11 MEH Û 20 ROJ CEZA    Lê belê ji ber nivîsên blogspotê yên Yazicioglû, derbarê wî de lêprisînek din hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Tatosê bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" derbarê Yazicioglû de îdianame amade kir û Dadgeha Ceza ya Asliye ya Tatosê jî îdianame qebûl kir. Paşê ji ber nivîsa wî ya bi ser navê “Aktuel Ugrak: HDP refîklîgiyle Turkiye’de toplûm ve siyaset” 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat birîn.    'BÊHIQÛQÎ YE'    Yazicioglû ji bo biryara navbirî destnîşan kir ku mafê wî yê darizandineke adil hatiye binpêkirin û nivîsa bûye sedema cezakirinê jî ji nirxandineke polîtîk a rojane pêk tê. Yazicioglû, bilêv kir ku di nivîsa wî de tu heqaret tune ye û biryara hatiye dayîn biryareke bêhiqûqî ye. Yazicioglû, bilêv kir ku ji ber fikra muxalif a HDP'ê ceza lê hatiye birîn û got: "Rexneyên siyasetmedaran divê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de esas bên girtin."    MA / Mujdat Can