Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte 2020-12-08 10:46:47   HATAY - Li Hatayê, ji ber zêdebûna pêketiyên şewba vîrûsa koronayê, hemû serwîsên lêzgîn jî di nav de, gelek beşên nexweşxaneyan veguherîn lênêrîna awarte. Hevseroka Şaxa SES'ê Meryem Avci, diyar kir ku ji ber ku cih tuneye, êdî berê nexweşan didin nexweşxaneyên taybet.   Li gorî danayên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de, di nava 4 bajarên bi rîsk de, bajarê Hatayê jî cih digire. Di heftiya dawî de, 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û zêdebûna rêjeya zêdebûna pêketiyan, ji sedî 125 hat diyarkirin. Serokê  Odeya Bazirgan û  Pîşesazî ya Antakyayê Hikmet Çînçîn jî, li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kiribû ku di nava 4 rojan de 179 kesan jinaya xwe ji dest dane.      Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Hatayê Meryem Acvi, rewşa şewbê ya li bajêr û kedkarên tenduristiyê vegotin.   DI BEŞÊN LEZGÎN DE CIH TUNEYE   Avci, diyar kir ku li bajêr beşên servîsa lezgîn û emeliyatxane, veguherîne lênêrîna awarte û wiha axivî: “Êdî ekîbên tenduristiyê bi pêketiyan re nagihêjin. Nexweş neçarin ku çend rojan li benda dermanan bimînin. Li bajêr ji sedî 100 hejmara mirî û pêketiyan zêde bûne. Ji bilî servîsên cerahên têkilhev, onkolojî û welidandina jinan, hemû nexweşxaneyên din veguherîne nexweşxaneyên pandemiyê. Di servîsên lezgîn de, lênêrînên awarte hatin vekirin. Êdî cih nemaye. Hemû servîs tije bûne. Nexweş ji bo ku testa xwe bikin, bi saetan radiwestin. Xebatkarên tenduristiyê yên laboratûra Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê bi vîrûsê ketine. Di testên PCR de pirsgirêk  hene. Xebatkarên tenduristiyê, di rewşa têkçûyînê de ne. Di nava heftiyekê de, me 7 xebatkarên xwe yên tenduristiyê winda kirin. Her roj bi dehan hevalên me bi vîrûsê dikevin. Yên ku xebatkarên tenduristiyê naparêzin, nikarin tenduristiya civakê jî biparêzin.”    DIVÊ GIRTINEK TAM ÇÊBE   Avci, da zanîn ku ger wisan dewam bike, wê li nexweşxaneyan xebatkarên tenduristiyê nemînin û wiha bi dawî kir: “Di rojên pên de wê xebatkarên tenduristiyê neyin dîtin. Ji bo ku pêşiya vê rewşê bê girtin, divê bi lezgînî 30 rojan girtinek tam çêbe. Lazime ku karantînayek rast bê bi cih anîn û bergiriyên baş bên girtin.”   MA / Hamdullah Kesen