Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê 2020-12-08 10:58:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY), ku li dijî Herêma Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê politikayên dirû pêş dixe, niha li gorî berjewendiyên Hikûmeta Sûriyeyê tev digere.    Zêdeyî milyonek penaberên ku ji berê navbera rejîmê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê reviya ne, hatine li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne. Beşek ji wan ji welatiyên Heleb û Idlibê yên ji şerê di nabera Rejîma Şamê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de koç kirine û beşa din jî ji bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koç kirine. Piraniya penaberan li gund û bajaran li avahiyên dibistan, avahiyên vala de bi cih bûne. 125 hezar penaber jî li 15 kampên ku li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin dijîn. Ji ber vetoya ku Rûsya li ser Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbkûyî (NY) pêk tîne, niha deriyê Til Koçer ê Sînor girtî ye. Ji er deriyê sînor girtî ye, alîkariyê nadin Herêma Rêveberiya Xweser. Dîsa ji ber alîkariya tê belavkirin di venêrtina Rêveberiya Şamê de ye, Rêveberiya Şamê jî vê yekê li ser Rêveberiya Herêma Xweser wekî şûr dihejine.    13 KAMP JI ALÎKARIYÊ BÊPAR IN   Rêveberiya Xweser tevî hin komeleyên xêrxwaz yên herêmî xizmetên wekî parastin, tenduristî, av û xwarin pêşkêşî koçberên li kampan dike. Ev xizmet li gel kêmasiya eşkere ya rêxistinên navneteweyî pêk tê. Rêxistinên navneteweyî tenê alîkariyan pêşkêşî malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên Hol û Roj dikin. Rêveberiya Xweser li gel saziyên alîkariyê hewl dide ku alîkariya av, zexîre û amûrên tenduristiyê li kampên penaberan belav bike. Lê Neteweyên Yekbûyî tenê alikariyê dişîne ji kampên ku 65 hezar çeteyên DAIŞ'ê lê dijîn, kampên Hol û Rojê. Lê li aliyê din 13 kampên penaberan ji alîkariya Neteweyên Yekbûyî bêpar dimînin.    Di 9'ê Cotmeha 2019’an de ji ber êrîşên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê 12 hezar welatî ji Serêkaniyê koç kirin û li kampa Waşûkanî ya Hesekê bi cih bûn. Lê alîkariyê nadin kampa Waşûkanîyê.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du kampên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê re hene, Hol û Roj in, tê de nêzî 65 hezar kes hene. Lê belê 13 kampên din hene ku rêxistinên mirovî li wan kampan xebatê nakin. Li kampa Waşûkanî ya 12 km dikeve rojavayê Hesekê, zêdetirî 12 hezar koçberên ji Serêkaniyê hene. Li wê kampê alîkariyên navneteweyî tune ne. Koçber alîkariyan ji Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û hin komeleyên xêrxwawz yên herêmî ku alîkariyan didin şêniyên herêmê, digerin. Li ser mijarê koçber Lorans Elêwî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Re axivî û got: "Heta niha tu rêxistinan alîkariya me nekiriye, lê tenê rêveberiya kampê û hin xêrxwazên ji herêmê pêdiviyên sereke pêşkêş dikin."   Elêwî, der barê tunebûna rêxistinên navneteweyî anî ziman û got "Alîkarî tenê pêşkêşî malbatên DAIŞ’ê dibin. em bang li rêxistinan dikin ku alîkariyan bidin hemû penaberan."    Berpirsa kampê Selwa Ayaz jî ji ANHA re axivî u wiha got: "Heta niha tu rêxistinan alîkarî pêşkêşî kampê nekirine. Di rastiyê de rêxistinên cîhanê li kampê tune ne. Heta niha sedema tunebûna wan û pêkanîna erkên mirovî ne diyar e."   Lê kampa Holê ya ku 45 dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ku xetertirîn kampên cîhanê ye û ji berê tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê li 8 beşan hene, rewşa pir cuda ye. Li kampa Holê, rêxistinên cîhanê û komeleyên mirovî bi awayekî mezin tevdigerin. Ji wan hin alîkariyên mirovî û pêdiviyên xewê pêşkêş dikin û hin jî xizmetên tenduristî, xwarin û pêdiviyên sereke pêşkêş dikin, hinek jî mehane pereyan pêşkêş dikin.   RÊXISTINÊN LI KAMPA HOLÊ DIXEBITIN   Der barê rêxistinên li kampa Holê û çawaniya xebitandina wan de, endamê nivîsgeha têkiliyan a rêveberiya kampê Cabir Mistefa wiha axivî: "Niştecihên li kampê bi rêya 34 rêxistinên cîhanî yên mirovî û komeleyên herêmî gelek xizmetguzariyên cur bi cur werdigirin, bi taybet li beşa Muhacîrat tên belavkirin. Ew beş jî yên jinên DAIŞ’ê yên bi nasnameyên erebî û biyanî ne."   Ji rêxistinên li kampê dixebitin; Xaça Sor a Navneteweyî, WHO, UNICEF, Sendoqa NY’yê ya nifûsa şêniyan, rêxistina WFP, Rêxistina Heyva Ereb a Sûriyê, rêxistina HD, rêxistina IVP, bijîşkên bêsînor, rêxistina Mar Afram, rêxistina Dêr Mar Yeiqûb, rêxistina Mar Asya, rêxistina rizgarkirina zarokan, rêxistina NRS, rêxistina IRC, rêxistina Mentor, rêxistina Mentor, rêxistina Care, rêxistina Searcy Core, rêxistina Rich, rêxistina Chan,  rêxistina Concern, rêxistina Relief, rêxistina Acted, rêxistina Coba, rêxistina IH, rêxistina Mewede, komeleya Yemame, komeleya Emanî ya Xeyrî, navenda Selam, navenda Smart.   Der barê wernegirtina alîkariyan de, têkilî bi hin komeleyên cîhanî re bi taybet ên girêdayî NY’yê hat danîn.   ‘NY’Î LI GORÎ DAXWAZÊN HIKUMETA ŞAMÊ TEVDIGERE’   Çavkaniyekî ji navenda Komîseriya Kar û Barên Koçberan a ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo ku navê xwe eşkere nekiriye wiha got: "Komîserî û piranî rêxistinên girêdayî NY’yî yên li Sûriyê dixebitin, hewl dide razîkirina hikumeta Şamê wergire û perspektîfên hikumetê bêyî rewşa mirovî pêk bîne."   Çavkanî da zanîn ku komîserê Kar û Barên Koçber û Penaberan a li Sûriyê Iaki Ito piştevaniya helwestên hikumeta Şamê dike û ji çarçoveya nexşeya ku hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehî çêkirine, dernakeve û wiha pê de çû: "Ew li gorî perspektîfên hikumeta Şamê tevdigere, ne weke ku divê piştevaniya mirovî bike."   ‘HIKUMETA ŞAMÊ NAXWAZE ALÎKARIYA KOÇBERAN BIKE’   Çavkanî wiha domand: "Piştî êrişa dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî muhafizê Hesekê yê girêdayî hikumeta Şamê bi nûner û berpirsên rêxistinên mirovî re û komseriyê re civiya. Di civînê de muhafizê Hesekê bang li tevahî rêxistinan kir ku alîkariyan pêşkêşî koçberan nekin, her wiha piştevaniya kampên li herêmê tên vekirin jî nekin. Muhafiz bang kir ku bila koçber li dibistanan bimînin, da ku perwerdeya bi çavdêriya Rêveberiya Xweser asteng bibe."   Gerînendeyê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed jî wiha got: "Rêxistinên alîkariyê bi nav nêzîkatiyên xwe ji armancên xwe yên bingehên dûr dikeve. Mixabin rewş bi vî rengî ye, polîtîkirina rêxistinan bandoreke neyênî li mekanzîmaya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji koçberan re dike."    Li gorî çavêdaran, paşguhkirina rêxistinên girêdayî NY’yê ya pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, polîtîk e. Ji ber ku ev rêxistinê li gorî siyasetên ku aliyên piştevaniya wê dikin tev digerin. Bi wê re jî da ku guhartina demografiya herêmê û sûcên ku alî pêk tînin, bi taybet dewleta Tirk, binixumînin.