Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin 2020-12-08 11:51:41 STENBOL - Dadgeha Destûra Bingehîn serîlêdana daxwaziya ji bo serbest berdana girtiyê nexweşê giran Abdulah Tûran ê ku ji stuyê xwe û pêde felc e red kir.   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serîlêdana daxwaziya ji bo serbest berdana Abdulah Tûran ê nexweşê giran ku ji stuyê xwe û pêde felc e û niha li Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2 ya Metrîsa Stenbolê de dimîne red kir. AYM’ê li gel rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya ku ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî serîlêdan red kir.   Di hinceta redkirina serîlêdana Tûran ê ku 24’ê Mijdarê de du caran rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê û pişt re cardin birin girtîgehê û ji bo karantînayê xistin hucreyê de, ev tişt hat gotin: “Tedawiya wî ya medikal li saziyê tê kirin, bernameya tedawiya fîzîkî û rehabîlîtasyonê tê pêkanîn û pêwîstiyên rojane û kesayetî ji aliyê personelên ku li wî dinêrin ve tê pêşwazî kirin.”   RASTIYA NÎŞAN NADE   Parêzerê Tûran Vedat Ece, diyar kir ku hincetên redkirina AYM’ê ne rast in û wiha axivî: "Ji ber şewba vîrûsa covîd-19’e cih li nexweşxaneyê nemaye û tedawiya wî nayê kirin. Cardin Tûran birin girtîgehê. Tûran di 7’ê Kanûnê de, dîsa ji ser hişê xwe diçe û radikin nexweşxaneyê. Cardin ji ber şewba vîrûsa coronayê wî paşve dibin girtîgehê û dixin odeya karantînayê.”   Parêzer Ece, da zanîn ku rewşa dawî ya tenduristiya Tûran ji AYM’ê re ragihandine û destnîşan kir ku rewşa wî cidî ye û divê demildest serbest were berdan.