HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in 2020-12-08 12:01:51 STENOBL - HDK'ê encamnameya civîna xwe aşkere kir û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê û tecrîda civakê ji hev cuda nayê fikirîn û bi hevve girêdayî ye.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 6'ê kanûnê de 7'emîn civîna Meclîsa Giştî ya serdema 10’emîn pêk anî. HDK'ê piştî civîn pêk anî, encamnameya civînê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. HDK'ê di civînê de bal kişand ser rewşa rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û geşedanên nava Tirkiyeyê. HDK'ê di encamnameyê de Hevberdevkê HDK'ê yê girtî Sedat Şenoglu, Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û hemû siyasetmedarên ku li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê silav kir û wiha got: “Di serî de li dijî HDP, KCD, HDK'ê û gelek rêxistinên demokratîk û şoreşger bê navber êrîş didomin. Di vê pêvajoyê de me ev civîna xwe pêk anî. Di civînê de rewşa siyasî hat nirxandin û gavên ku HDK bavêje hat nirxandin.   HDK'ê di encamnameyê de anî ziman ku Nacî Agbal bi awayekî bêdeng tayînî Banka Navendî kirin û Wezîrê Maliyê Berat Albayrak ji nişka ve îstifa kir û wiha got: "Bi îstîfaya Albayrak pir aşkere perçebûna îqtîdarê aşkere bû. Dîsa bi vê yekê re Serokomar û Berdevkê Serokomar berê xwe dan Yekîtiya Ewropa. Li aliyê din Serokê mafya gef li Kiliçdaroglu xwarin û Bahçelî li kursiya meclîsê aşkere Serokê mafya parast. Ev nîşan dide ku îqtîtar pir tengav bûye. Îqtîdar ji bo ser vê qeyrana siyasî pîne bike bi gotinên reformê rojevê diguherîne. Lê êdî bi gotina reformê jî nikare rê li pêş perçebûnê bigire.    Wekî tê zanîn ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin, her tim li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê tên li dar xistin. Çalakiya ku li girtîgehan hatiye destpêkirin îro di roja 12'emîn de berdewam dike. Rewşa Tirkiye û tecrîda li ser civakê ji hev cuda nayê fikirîn. Em wekî HDK'ê dê her tim dengê çalakgerên greva birçîbûnê bilind bikin. Ji bo daxwazên wan bên bersivandin em ê têbikoşin."    PEYMANA ŞENGALÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN   HDK'ê destnîşan kir ku di 9'ê Cotmehê de Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û û Hikûmeta Iraqê bi piştgiriya DYA û Tirkiyeyê Peymana Şengalê îmze kirin û wiha wiha cih da encamnameyê: "Gavên ku vîna gelê Şengalê tune dihesibîne û gavên ku Yekîtiya Neteweya Kurd davê talûkeyê nayê qebûlkirin. Peymana ku vîna civaka Êzidî tune dihesibîne nayê qebûlkirin. Em wekî HDK'ê peymana ku vîna Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê vîna civaka Êzidî qebûl nake, qebûl nakin.   Dîsa şewba vîrûsa Covid-19 salek e didome. Êdî bi qedexeyan dixwazin şewbê kontrol bikin. Bi vê yekê betalî û binpêkirina mafan qat bi qat zêde dibe. Tundî, astengî û binpêkirina mafan zêde dibe. Hemû barê şewbê davê ser milê gel. Em wekî HDK'ê diyar dikin ku dewlet bi amûra şewba Covît-19 dixwaze civakê kontrol bike. Divê derziya vîrûsa corona bê pere belav bikin. Divê butçeyê ne ji bo şer, ji bo tenduristiya gel veqetînin. Dîsa di vê pêvajoya şewbê de talankirina ekolojik didome. Îqtîdar di vê pêvajoya şewbê de rê li pêş şirketan vedike ku bi hêsanî talan û wêran bike. Rêyên bê sînor li pêş şîrketên maden û enerjiyê vedike. Gundriyên Karaagaçê li dijî HES'a li ser Rûbarê Gumuşê hatiye destpêkirin li ber xwe didin. Li Çiyayên Kaz kesên li ber xwe didin cezayê pereyan li wan tê birîn.    Em ê wekî HDK'ê li dijî van binpêkirina mafan û van êrîşan gavan paşve navêjin. Em ê bi awayekî bi biryar û bi dîsîplîn, li tax, qad û li kolanan rêxistina xwe bêtir xurt û mezin bikin. "