Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû 2020-12-08 12:12:44   STENBOL - Lêpirsîna Avahiya Yeşîlyûrt a li Kartalê hilweşiya û 21 kesan jiyana xwe ji dest dan temam bû. Di dozê de, derbarê 31 xebatkarên şaredariyê de, heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.    Lêpirsîna derbarê xebatkarên çemawerî ya têkildarî Avahiya Yeşîlyûrt a Kartalê hilweşiya û 21 kesan tê de jiyana xwe ji dest dabûn de hatibû destpêkirin bi dawî bû. Ruxsata avahiyê di sala 1992'yan de hatibû girtin. Ji wê salê heya sala 2019'an, lêpirsîn derbarê 31 xebatkarên şaredariyê hatibû vekirin. Di doza hat vekirin de, bi sûcdariya "Bi zanebûn, bûyîna sedema kuştin û birîndarkirina mirovan" heya 15 salan cezayê girtîgehê ji 31 xebatkarên şaredariyê re tê xwestin.