‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’ 2020-12-08 12:56:53   DERSIM - Hevşaredarê Bajarokê Perî Orhan Çelebî bertek nîşanî rapora Wezareta Karên Navxweyî ya derbarê qeyûman de da û got dixwazin bi vê raporê danîna qeyûm hiqûqî bikin.   Wezareta Karên Navxweyî rapora bi navê “Şaredarî û Xizmeta ji Terorê Hatine Paqijkirin” amade kir û şaredariyên HDP’ê niha qeyûm danîne ser hedef nîşan da. Di raporê de hat îdiakirin ku ji wezîfe girtina hevşaredarên HDP’ê û danîna qeyûman hiqûqî ye. Di raporê de 48 şaredariyên HDP’ê ku niha bi destên qeyûman hatine desteserkirin cih digirin.   ‘DIXWAZIN QEYÛMAN REWA BIKIN’   Hevşaredarê Bajarokê Perî ya girêayî navçeya Mazgêrda Dersimê Orhan Çelebî ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin bertek nîşanî rapora Wezaretê da û destnîşan kir ku Wezaret ji bo ku pesnê qeyûman bide û kirinên nebaş û xelk jê ne razî ye ji holê rake pêdivî bi raporek wiha dîtiye û dixwaze dizî û talanê veşêrin. Çelebî got tu xebat û xizmeta serdema wî di rapora hatiye amadekirin de cih nagire û rapor xwe di vê yekê de jî nîşan dide ku daneyên ne rast in. Çelebî destnîşan kir ku îradeya gel hatiye desteserkirin û Wezareta Karên Navxweyî dixwaze bi vê raporê danîna qeyûm hiqûqî û rewa nîşan bide.